Îranê Tengava Hurmuzê bi temamî girt
Muhafizên Şoreşê ya Îranê ragihand ku trafîka behrê ya li Tengava Hurmuzê bi temamî girtine.

Muhafizên Şoreşê ya Îranê ragihand ku Tengava Hurmuzê bi temamî girtine. Di daxuyaniyê de gefa “her keştiya derbas dibe dê bi tevdîrên tund rû bi rû bimîne” xwar û got dê biryara hatiye dayin bêtawîz bê bicihanîn. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Tevahiya xebatên sewqiyatê ji bo bendergehên dijminên me Îsraîl-DYAyê û alîgirên wan tên kirin, hatine qedexekirin.”
Hat destnîşankirin ku kîjan korîdor were bikaranîn bila bê bikaranîn, dê sewqiyeata ji bo welatên navborî bên astengkirin.

