Îsmaîl Agaç ê bavê 3 şehîdan jiyana xwe ji dest da
Ji çalakvanên berxwedana Hîlwan-Sêwregê Îsmaîl Agaç ê 3 kurên wî di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin koça dawî kir. Cenazeyê Îsmaîl Agaç dê îro li Ceyhanê were veşartin.

Îsmaîl Agaç ê 90 salî ê di Berxwedana Hîlwan-Sêwregê de çalak cih girtiye û dema derbasbûyî de sê zarokên wî di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn, duh êvarê li Nexweşxaneya Dewletê ya Ceyhanê ya li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê, ya ev demeke lê dihat dermankirin, koça dawî kir. Cenazeyê wî dê piştî nimêja nîvro li Goristana Nû ya Ceyhanê were veşartin.
Der barê malbata Agaç de
Îsmaîl Agaç tevî malbata xwe di xebatên partiyê de cih girt û bedelên giran da. Taybetî di serdema Berxwedana Hilvanê de beşdarî xebatan bû û di civînên giştî de berpirsiyariya çalak girt ser xwe. Hat diyarkirin ku Agaç di demên cuda de li navçeya Wêranşar a Rihayê û navçeya Ceyhanê ya Edeneyê hatibû girtin, rastî îşkenceyê hatiye lê belê ji têkoşîna xwe paş ve gav neavêtiye. Di dema Darbeya Leşkerî ya 12ê Îlonê de, ew û hevjina xwe di rêyên girtîgehê de gelek êş kişandin. Her sê kurên Îsmaîl Agaç ên di demên cuda de tevli refan bûne, jiyana xwe ji dest dan. Kurên Îsmaîl Agaç, Mehmet Agaç di sala 1980î de di şerên li ser xeta Hîlwan-Sêwregê de; Ahmet Agaç di sala 1993yan de di şerên li Wêranşehirê de û Hasan Agaç jî di sala 1997an de li Hewlerê jiyana xwe ji dest da.


