Îsraîl-DYAyê di erîşan de 2 jinên kurd kuştin
DYA Îsraîlê, di êrîşên dawî de du jinên Kurd kuştin. Ji 28ê Sibatê heta niha herî kêm 207 jê zarok hezar û 369 sivîl hatin kuştin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di êrîşen Îsraîl û DYAyê de Berîvan Molanî ya 25 salî ku ji bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê, di 17'yê Adarê de, di bombebarana taxa Zeferanî ya Tehranê de jiyana xwe ji dest da. Dîsa di êrîşê de Soma Selîmî ku psîkolog û perwerdekara zarokên otîstîk bû, jiyana xwe ji dest da. Soma Selîmî ji Bokanê, di bombebarana Meydana Risalatê ya Tehranê de jiyana xwe ji dest da.
Li aliyê din li gorî rapora HRANAyê ji 28'ê Sibatê dema destpêkirina şer û vir ve herî kêm 207 jê zarok hezar û 369 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.


