Îsraîl erdnîgariya Libnanê dagir dike

Şerê bejahî yê di navbera Îsraîl û Hizbûllahê de li başûrê Libnanê berdewam dike. IDFê dîmenên operasyona bejahî weşandin û Hizbûllahê jî angaşt ku darbe li artêşa Îsraîlê xistine.

1 deqe xwendin
Îsraîl erdnîgariya Libnanê dagir dike

Şerê di navbera Îsraîl û Hizbûllahê de li başûrê Libnanê didome. Piştî Îsraîlê ragihand ku şerê bejahî didin destpêkirin, operasyonên li vê herêmê zêde bûn. Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) ragihand ku operasyonên bejahî li dijî Hizbûllahê berdewam dikin û di encama van operasyonan de darbeyên giran li rêxistinê dane.

’10 endamên Hizbûllahê hatin kuştin’

IDFê dîmenên operasyonê weşandin û angaşt ku hêzên wan ketine gelek avahiyên leşkerî yên girêdayî Hizbullah û gelek çek û amûrên leşkerî desteser kirine. Her wiha hate ragihandin ku di operasyona Hêzên Tugaya 7an de zêdetirî 10 kesên ku tê gotin endamên Hizbullah in, hatine kuştin. IDFê diyar kir ku ew dê li dijî Hizbullahê operasyonên xwe bidomînin.

Ji Hizbûllahê biryara domandina şer

Li aliyê din Hizbûllahê ragihand ku dê li dijî operasyonên bejahî li berxwe bidin. Çapemeniya Hizbûllahê angaşt ku wan darbeyên giran li hêzên Îsraîlê dane.