Îsraîlê êrişî dadgerên Îranê û tesîsa gazê ya herî mezin kir
Îsraîl û DYAyê tesîsa gaza xwezayî ya Asalûyeh a li Buşehrê hedef girtin. Ev tesîs a herî mezin ku ji sedî 40ê gaza xwezayî ya Îranê lê dihat hilberîn. Her wiha yekem car dadger û dozgerên Îranî hedef hatin girtin.

Şerê Îsraîl-DYA û Îranê bi hedef girtina kes û cihên nû berdewam dike. Îro tesîsa gaza xwezayî yên bi navê Asalûyehê ku li Bûşehrê cih digirin ji hêla Îsraîl û DYAyê ve hedef hatin girtin. Di encama bombebaranê de şewat li tesîsan derket. Hate ragihandin ku tesîs hatiye asta ku neyê bikaranîn. Li gorî agahiyan ev tesîsa herî mezin a Îranê bû û ji sedî 40ê hilberîna gaza xwezayî li vir dihat hilberandin.
Îsraîlê yekem car êrişî dozger û dadgerên Îranî kir
Ji destpêka şer heta niha Îsraîl û DYAyê pergala darazê ya Îranê hedef negirtibûn. Yekem car îro li bajarê Larê dadger û dozgerên Îranî bûn hedefa êrişan. Hate ragihandin ku di êrişên dronî yên li dijî 3 dadgeran de dadgerekê jiyana xwe ji dest daye û du dadger jî birîndar bûne.


