Jeopolîtîkaya Hurmuzê û rola kurdan

Di encamê de, xwendina vê serdemê ya rast ne tenê bi çekan, bi aqilekî siyasî yê kûr pêkan e. Kurd divê ji xeta parastina pasîf derkevin û bikevin ser xeta dîplomasiya aktîf.

1 deqe xwendin
Jeopolîtîkaya Hurmuzê û rola kurdan

Rojhilata Navîn îro di nav agirekî wisa re derbas dibe ku hemû sînorên Netewe-Dewletên sed salî dihejîne. Şerê di navbera Îran û bloka Îsraîl-Amerîkayê de, ku êdî ji şerekî wekaletê derketiye û gihîştiye asta şerekî rasterast, ne tenê şerê du hêzan, şerê ji nû ve dîzaynkirina nexşeya enerjî û desthilatdariya cîhanê ye. 

Di vê çarçoveyê de, girtina Tengava Hurmuzê ji aliyê Îranê ve, mîna rawestandina dilê aboriya gerdûnî ye. Ev tengav wekî şahdamara herî krîtîk a petrol û gaza xwezayî tê naskirin û girtina wê tê wateya felcbûna pîşesaziya Ewropa û Asyayê. Ev gava Îranê, peyameke tund e ji bo sîstema navneteweyî ku nîşan bide her herêmeke ku Îran lê lawaz bibe, wê bi krîzeke enerjiyê ya bêhempa re rû bi rû bimîne.

Hêzên navneteweyî, bi taybetî Amerîka û hevalbendên wê, bi vî şerî armanc dikin ku Kembera Şîe ya ku ji Tehranê heta Deryaya Navîn dirêj dibe parçe bikin. Alternatîfa vî şerî ne tenê aştiyek dîplomatîk e, dibe ku avakirina korîdorên nû yên bazirganiyê ne ku Îranê di qada navneteweyî de bêbandor bike. 

Projeyên mîna Korîdora Hindistan-Ewropa (IMEC) hewl didin rêyên enerjiyê ji bin kontrola Îranê derxin û nexşeyeke nû ya aborî li herêmê ava bikin. Di nav vê hevkêşeya ku nexşeyên netewe-dewletan ji nû ve tên xêzkirin de, kurd wekî lîstikvanekî herî stratejîk û çalak derdikevin pêş. Kurd êdî ne tenê ew gel e ku li benda parastinê ye. Hêza herî organîze û sekuler a herêmê ne ku dikarin di valahiya desthilatdariya dewletên navendî de, modelên nû yên birêvebirinê ava bikin.

Bi taybetî li rojhilatê Kurdistanê, peywira kurdan di vê serdemê de girîng û dîrokî ye. Hevpeymana Partiyên Rohilatê Kurdistanê di vê qonaxê de wekî îradeya yekbûyî ya gelê kurd tê xwendin. Girîngiya vê hevpeymanê ew e ku rê li ber parçe-parçebûna hêzên kurdî digire û kurdan wekî mixatebekî fermî û yekgirtî li ser maseya navneteweyî dide rûniştandin. 

Di rewşekê de ku rejîma Îranê ber bi hilweşîn an guherîneke radîkal ve diçe, ev hevpeyman mîna Konseya Rêvebir a Pêşerojê ye ku wê pêşî li kaosê bigire û statuya kurdan li Rojhilat misoger bike. Ji bo kurdan xwendina rast a vê pêvajoyê ew e ku xwe ji bo Rojhilata Navîn a piştî netewe-dewletan amade bikin, ku tê de yekitiya neteweyî ne tenê daxwazek, lê pêdiviyeke jiyanî ye ji bo mayina li ser nexşeyê.

Di vê valahiya mezin de, stratejiya kurdan a dîplomatîk divê li ser sê stûnên sereke ava bibe: yekîtiya navxweyî, hevpeymaniyên navneteweyî û rola di rêyên enerjiyê de.

Gava yekemîn ji bo kurdan, bi taybetî li rojhilatê Kurdistanê, xurtkirina Hevpeymana Partiyên Rohilat e. Ev hevpeyman li qada dîplomasiyê mîna sîwaneke parastinê ye. Dema ku navenda Tehranê lawaz dibe, hêzên navneteweyî li mixatebekî digerin ku bikaribe herêmê bi rê ve bibe û aramiyê biparêze. Ger kurd bi yek dengî û yek îradeyê derkevin pêş, dikarin piştgiriya navneteweyî bi dest bixin û rê li ber destwerdanan bigirin ku li dijî berjewendiyên wan in. Ev hevpeyman, nasnameya kurdan a siyasî ji asta kêmneteweyekê derdixe û dibe asta neteweyeke xwedî statu.

Ya duyem, di nav şerê korîdorên enerjiyê de, kurd xwedî cihekî stratejîk in. Amerîka û Ewropa dixwazin rêyên alternatîf ên ku ji bin kontrola Îranê derdikevin ava bikin. Erdnîgariya Kurdistanê, ji bo gihandina çavkaniyên enerjiyê yên herêmê ber bi Deryaya Navîn û Ewropayê ve, herêma herî ewle û guncaw e. Kurd dikarin vê pozîsyona xwe di dîplomasiyê de wekî kartekî bihêz bi kar bînin. Bi peydakirina ewlehiya xetên enerjiyê, kurd dikarin garantiyên siyasî û aborî yên demdirêj ji hêzên mezin werbigirin.

Di encamê de, xwendina vê serdemê ya rast ne tenê bi çekan, bi aqilekî siyasî yê kûr pêkan e. Kurd divê ji xeta parastina pasîf derkevin û bikevin ser xeta dîplomasiya aktîf. Hevpeymana li Rojhilat, bingeha avakirina Kurdistanekê ye ku di nexşeya nû ya Rojhilata Navîn de bibe navenda aramî û demokrasiyê. Ev ne tenê xewnek e, belkî di vê serdemê de ku şahdamara Hurmuzê hatiye birîn, Kurdistan dibe pira nû ya cîhanê.