Jeremy Corbyn ji bo Rojava name ji Wezîrê Karên Derve Cooper re nivîsî
Ji damezrînerên Partiyê You Jeremy Corbyn têkildarî êrîşên çeteyên HTŞê yên li li ser Rojava, name ji Wezîrê Karên Derve yên Ingilîstanê Yvette Cooper re nivîsand û çend pir jê kirin.

Corbyn diyar kir ku ew ji bo balê bikşîne ser rewşa zehmet a li gelê kurd a li Sûriyeyê tê de ne, nameyê nivîsandiye û destnîşan kir ku di encama êrîşên li ser taxên kurdan ên li Helebê de ku bi binpêkirina agirbestê re pêk hat, zêdeyî 155 hezar sivîl ji cihên xwe bûne.
Corbyn diyar kir ku gelê kurd ji tiştên ku diqewimin pir fikar e û got: "Trajediya ku gelê kurd a li Sûriyeyê dijî, hîn jî di medyaya me de bi sînor tê rojevê. Pêşveçûnên leşkerî yên dawî yên hêzên hikûmeta Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re îhtîmala şerê navxweyî ji nû ve aniye rojevê û metirsiya zext û zordariyê ya li dijî kêmneteweyan zêde kiriye. Rêxistinên mafên mirovan fikarên xwe yên cidî li ser girtinên keyfî, windakirinên bi zorê, înfazên bê daraz û êrîşên li ser binesaziya sivîl anîne ziman."
Corbyn wiha got, “Kurd ku nifûsa wan nêzîkî 40 milyon e, yek ji mezintirîn komên etnîkî yên cîhanê ku ne xwedî dewletek naskirî ne. Wekî ku hûn dizanin, ez demek dirêj e piştgirî didim mafê diyarkirina çarenûsê ya gelê kurd, demokrasî û azadiyê. Naskirina mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelê kurd ku li Sûriyeyê, Iraq, Îran, Tirkiye û herêmên din dijîn, pir girîng e."
Corbyn ev pirs ji Wezîrê Karên Derve Cooper kir:
*Piştgirîkirina muzakereyên berfireh di navbera rayedarên Sûriyeyê û nûnerên kurdan de ya bi armanca agirbestek tavilê;
*Daxwazkirina parastinên şênber ji bo sivîlan û kêmnetewan, tevî misogeriyên li dijî bergirîdan û koçberkirina bi darê zorê;
*Parastina naskirina nasname, zimanê kurd û rêveberiya xweser ji aliyê destûrî ve;
*Piştgiriya mekanîzmayên çavdêriya serbixwe ji bo kontrolkirina verastkirinên agirbestê û belgekirina binpêkirinên mafên mirovan.
Corbyn diyar kir ku piştî şerê zêdetirî deh salan, hemû Sûriyeyî aştiyeke mayînde heq dikin û wiha dawî li nameya xwe anî: “Hikûmeta Keyaniya Yekbûyî divê ji bo pêşîlêgirtina windahiyên canî, parastina hiqûqa navneteweyî û piştgirîkirina çareseriyeke aştiyane ya li ser bingeha edalet, wekhevî û siyasî her tişta ku ji destê wî tê bike.”


