Ji 15 sendîkayên Ewropî ji bo Abdullah Ocalan banga mafê hêviyê
15 sendîkayên karkeran ên ji Spanya, Bask, Katalonya û gelek herêmên din, bi daxuyaniyeke hevpar bang li Konseya Ewropayê kirin ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mafê hêviyê bê naskirin û ji bo tevlîbûna wî ya li pêvajoya aştiyê hemû astengî werin rakirin.

Li Spanya û welatê Baskê 15 sendîkayên karkeran, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêşîvekirina li pêvajoya diyalogê daxuyaniyeke hevpar weşandin. Di nav de Sekreterê Giştî yê CGT Burgos Néstor Cerezo Morquîllas, Confederacîón Intersîndîcal û Confederacîón Intersîndîcal Galega jî hene, 15 sendîkayan bi yekdengî bang li Konseya Ewropayê (KE) kirin.
‘Perspektîfa Rêber Ocalan pêşî li belavbûna şer girt’
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Rojhilata Navîn ji ber şerê ku Îran jî di nav de ye bi krîzeke nû re rû bi rû ye, lê belê Tirkiye yekser tevlî vî şerî nebûye. Sendîkayan destnîşan kir ku têkiliya vê rewşê rasterast bi nêzîkatiya Abdullah Ocalan heye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Abdullah Ocalan li hemberî bûyerên li Sûriyeyê perspektîfeke kêmkirina rageşiyê û meşandina danûstandinên siyasî pêşkêş kiriye, lê mercên girankirî yên tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê li pêşiya pêkanîna roleke çalak dibin asteng.
‘Rapor hene, lê gavên şênber tune ne’
Sendîkayan serdana Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Neteweyî ya Meclisê ji bo Îmraliyê wekî gaveke girîng pênase kirin, lê destnîşan kirin ku di mercên girtîgehê de guhertineke şênber çênebûye. Di berdewamiya daxuyaniyê de rapora komîsyonê ya Sibata 2026an hate bi bîrxistin û ev nirxandin hatin kirin:
“Di Sibata 2026an de rapora dawî ya komîsyonê hat weşandin. Di raporê de hat destnîşankirin ku divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê (AYM) bi cih bên anîn û hat pêşniyarkirin ku mekanîzmayên heyî bên xurtkirin. Lê belê çarçoveya têkoşîna li dijî ‘terorê’ hîn jî tê bikaranîn û ev yek li pêşiya diyalogeke rasteqîn û lihevkirineke mayînde astengî ye. Hikumeta Tirk pêşniyara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya Îlona derbasbûyî not kiriye, lê belê ji bo bicihanîna wê gaveke şênber neavêtiye.”
‘Azad bikin da ku tevlî pêvajoya aştiyê bibe’
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku tevî zor û zehmetiyên mezin jî Birêz Ocalan ji bo veguherandina daxuyaniyên xwe yên bi çalakiyên şênber biryardariya xwe nîşan daye û piştî banga wî tevgera Kurd di warê têkoşîna çekdarî û birêxistinbûnê de gavên girîng avêtine. Her wiha piştgiriya 88 xelatgirên Nobelê ya sala par jî hat bibîrxistin. Sendîkayan daxwaza xwe ya bingehîn wiha anîn ziman:
“Ji bo bicihanîna biryara Ocalan a 2014an a DMMEyê û naskirina ‘mafê hêviyê’ em bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dikin. Ji bo rewşa hiqûqî ya Birêz Ocalan bê nirxandin û tevkariyeke tam li pêvajoya aştiyê bike, ev yek gaveke destpêkê ya jiyanî ye. Ji ber vê yekê em dixwazin ku Abdullah Ocalan bê berdan û bêyî ku rastî tu astengiyan bê, fersendeke tam jê re bê dayîn da ku karibe tevlî pêvajoya aştiyê bibe.”
Sendîkayên ku îmze avêtine binê daxuyaniyê:
* Sekreteriya Têkiliyên Navneteweyî ya Konfederasyona Kar a Giştî ya Spanyayê (CGT) – Davîd Blanco
* Sekreterê Giştî yê CGT Burgos – Néstor Cerezo Morquîllas
* Yekeya Têkiliyên Navneteweyî ya Confederacîón Intersîndîcal
* Confederacîón Intersîndîcal Galega
* Rêxistina Sendîkaya Karkeran a Aragonê (OSTA)
* Sendîkaya Piştevaniyê ya Karkeran (Solidaridad Obrera)
* Sekreterê Giştî yê Sendîkaya ELA ya welatê Baskê – Mitxel Lakuntza
* Sekreterê Têkiliyên Navneteweyî yê LAB’ê ya welatê Baskê – Koldo Sáenz de Benito
* Koordînatorê Sendîkaya ESK a welatê Baskê – Patxi Nicolau
* Sekreterê Giştî yê La Intersîndîcal a Katalonyayê – Sergi Perelló
* Katalonya IAC (Intersindical Alternativa de Catalunya)
* Berdevka Intersindical Valenciana ya Valenciayê – Beatriu Cardona i Prats
* Serokê Intersindical Solidària ya Valenciayê – Vicent Maurí Genovés
* Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Karkeran a Endulusê (SAT) – Óscar Reina Gómez
* Sekretera Navneteweyî ya Tevgera Karkeran a Giravên Kanaryayê (MTC) – Lucy Rodríguez


