Ji 7 salî heta 70 salî her kes ber bi qada Newrozê ve diherike
Têketina qada pîrozbahiya Newrozê ya Amedê hêj dest pê nekiriye lê ji 7 salî heta 70 salî her kes hêj ji saetên serê sibehê ve ber bi qadê ve diçe.

Li Amedê kelecana Newrozê dest pê kir. Pîrozbahî, dê li Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” bê lidarxistin. Têketina qada Newrozê hêj dest pê nekiriye. Xelkê bajar, hêj saetên serê sibehê ve ber bi qadê ve bi rê ketin. Ji 7 salî heta 70 salî her kes ber bi qadê ve diçe û li her çar aliyên qadê coşa Newrozê her ku diçe mezintir dibe.
Coşa li qadê zêde dibe
Girseya ku li pêşiya noqteya li aliyê Yenîhalê hatiye danîn kom bû, gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz dikin û govendê digerînin.
Noqteyeke din a gel lê kom bûyî jî Deriyê Zumrut Kentê ye. Gelek kesên ji saetên zû yên serê sibehê ve berê xwe dan qadê, li vir kom bûn. Coşa welatiyên rûyê xwe bi rengên kesk, sor û zer boyax kirin balê dikişîne.
Gelek welatiyan cil û bergên Kurdî li xwe kirine û li qadê dengê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan dide.


