Ji bajarên Swîsreyê banga parastina Rojava
Li bajarê cuda yên Siwîsreyê Kurdistanî û dostên wan daketin qadan, êrîşên dagirkeriyê yên çeteyan şermezarkirin û berxwedana Rojava silav kirin. Çalakvanan li her qadê bang li mezinkirina berxwedana parastina Rojava kirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsreyê dijîn, ji êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên HTŞ ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hêrs in û ev hêrs kêm nabe. Çalakvanên ku rojane li kolanan in, îro jî protestoyên xwe berdewam kirin. Navnîşana çalakiyên îro Zûrîh, Bîel û Bellînzona bûn.
Tevahî rojê çalakiyan li Cenevre û Davosê hatin kirin, êvarê bi hezaran kes li van bajaran derketin qadan û bi awayekî xurt bersiv da êrîşên li ser Rojava. Çalakvanan bang li civaka navneteweyî kirin ku bêdeng nemînin û berpirsiyariya xwe bigirin.
Bîel: berxwedan dİvê li her qadê were mezinkirin
Êvarê li ber stasyona trênê ya navenda Bîelê bi sedan Kurdistanî û dostên wan civiyan û heta Place Centrale meşiyan. Di çalakiyê de pankart û dîlanên ku balê dikişînin ser qirkirin û berxwedana li Rojava hatin hildan. Gelek caran dirûşmeyên ‘Bijî Kurdistan’, ‘Bijî Rojava’, ‘Bijî Berxwedana Rojava’ hatin berzkirin. Di dema meşê de mirovên derdorê jî bi çepiklêdanê piştgirî dan çalakiyê û hêrsa li dijî dewleta tirk û hêzên navneteweyî pir zêde bû.
Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin û siyasetmedarê kurd Ferhat Encu axivî.
Encu got ku bi konsepteke navneteweyî dixwazin Rojava dagir bikin û got ku riya yekane ya têkbirina vê planê yekîtiya çar parçeyên Kurdistanê ye.
Encu diyar kir ku hebûna Kurdan li her qadê di berxwedanê de watedar û girîng e û bang kir ku heta êrîş bê têkbirin, li her qadê çalakî bên kirin.
Çalakî bi dirûşmeyên, “Yek e yek e, Kurdistan yek e” bi dawî bû.
Bellînzona: berxwedan hat silavkirin
Yek ji qadên çalakiyê yên li welêt bajarê Bellînzona bû. Bi sedan mirov bi alayên YPG, YPJ, HSDû KCKê derketin qadan, êrîşên li ser Rojava şermezar kirin û berxwedana Rojava silav kirin.
Di çalakiyê de gelek caran bi zimanên cuda dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Rojava’ hatin berzkirin. Di axaftinan de bal hat kişandin ser hevpariya sûc a hêzên navneteweyî di êrîşan de. Çalakvanan gotin ku heta êrîş bidomin ew ê di berxwedanê de bimînin û bang li her kesî kirin ku beşdarî berxwedanê bibe.
Zûrîh: çalakî wê bidomin
Bi sedan kes li Helvetiaplatz a Zûrîhê civiyan da ku berxwedana gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê (bi taybetî Rojava) silav bikin û êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên bi piştgiriya dewleta tirk protesto bikin. Komek mezin ji wir meşiyê navenda bajarê herî qelebalix kir.
Çalakvanan alayên YPG, YPJ, QSD û KCKê û dîlanên ku balê dikişînin ser qirkirin û berxwedana li Rojava hildan. Di dema meşê de dirûşmeyan silavkirina berxwedana mezin a Rojava hatin gotin û hevpariya sûc a hêzên navneteweyî bi tundî hate rexnekirin.
Piştî meşê dîsa li Helvetiaplatz civiyan û mîtîngek lidar xistin. Di axaftinan de hate gotin ku êrîşên li Rojava ne tenê gelê kurd, pêşeroja hevpar a gelên herêmê û destkeftiyên demokratîk armanc dikin. Hate diyarkirin ku ji bo parastina Rojava dê çalakî bên berdewamkirin û bang li civaka navneteweyî hate kirin ku tevbigere.


