Ji ber barana zêde li 3 bajaran bernameyên Newrozê taloq kirin

Komîteyên Amadekar ên Newrozê, ji ber barana zêde bernameyên pîrozbahiyên Newrozê li bajarên Mûş, Agirî û navçeya Qoserê taloq kirin.

1 deqe xwendin
Ji ber barana zêde li 3 bajaran bernameyên Newrozê taloq kirin

Komîteyên Amadekar ên Newrozê, bernameyên pîrozbahiya Newrozê ku îsal bi dirûşmeya “Newroza Azadiyê û Yekîtiya Demokratîk” tên pîrozkirin, ji ber barana zêde li 3 bajaran taloq kirin. Ji ber barana zêde pîrozbahiyên Newrozê li Mûş, Qoser û Agirîyê taloq kirin. Derbarê paşxistina Cejna Newrozê de, Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Summeye Boz li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev daxuyanî da: "Gelê hêja, pîrozbahiyên Cejna Newrozê yên ku me plan kiribû îro (15'ê Adara 2026'an) li dar bixin ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş ji bo demek din hatin paşxistin. Bi hêviya ku ruhê azadî û yekîtîyê di demek nêzîk de ji bo me hemûyan geş bibe."