Ji berûyan qehweyê çêdikin
Berû, ku ji demên berê heta îro sembola ji nû ve zayîn û bîra kolektîf a gelê kurd e, bi keda jinan veguheriye qehweyê.
Neslîhan Kardaş
Bi hatina payîzê re, berûyên ku li ser çiya û qiraxên daristanan dikevin erdê wekî sembola afirandinê ji tunebûnê, berxwedanê û bîra kolektîf in. Bi sedsalan, di demên birçîbûnê de, ew dihatin hêran û dikirin ard. Ew wekî xwarina heywanan û heta wekî pêlîstok di bêrîkên zarokan de dihatin bikaranîn. Berû şahidê têkiliya kevnar a gelê kurd a bi xwezayê re ye. Li Botanê, sê jin - Kumru Yurek, Perîhan Cîhan û Sevda Cîhan fêkiyên darên berûyê yên ku bi sedsalan li vê axê dijîn, vedigerînin jiyanê. Berûyên ku ji qûntarên çiyayên Kurdistanê hatine berhevkirin niha bi ked û destdana van jinan veguherî qehweyê. Berû jî wekî mîrateyek ji aqilmendiya jiyanê û çanda hevgirtinê ku ji rabirdûyê heya niha hatiye veguhastin hebûna xwe didomîne.
Jin berûyên ku ji xwezayê berhev dikin hişk dikin û sor dikin. Dû re jî wan dihêrin, da ku qehweya bêkafeîn çêbikin. Yek ji van jinên ku vî karî dike wiha dibêje, "Bapîrên me di demên birçîbûna xelayê de berû dihêrandin, dikirin ard û dû re jî nan çêdikirin." Rastiya qehweya ku tê hilberandin bê kafeîn e, bi awayekî xwezayî tê çêkirin û feydeyên wê ji bo tenduristiyê hene, eleqeya li ser vê berhemê zêde dike.
Sê jin ne tenê qehwe, lê di heman demê de çend cureyên tirşiyan jî çêdikin ku feydeyên wan ji bo tenduristiyê hene. Ev kar, ku pênc sal berê li navenda Şirnexê hatiye vekirin, gelek jinan bi ruhê berxwedanê tîne bîra xwe. Berhemên ku ev sê jin çêdikin hem hêza veguherîner a keda jinan û hem jî parastina bîra çandî temsîl dikin.
Sevda Cîhan ji mîkrofona me re li ser xebata xwe û hilberîna xwe ya qehweya berûyan axivî.
Çanda haveynê tirş didome
Sevda Cîhan, da zanîn wan di destpêkê de li cihê karê xwe bi çêkirina xwarinên malê dest pê kiriye, her wiha diyar kir ku wan li herêma Botanê dest bi çêkirina vexwarinek bi navê avtîtikê kiriye, ku ji bo gelek pirsgirêkên tenduristiyê sûdmend e. Sevda Cîhan rave kir ku ev vexwarin demek dirêj e li herêma wan heye û hema hema di her malê de tê çêkirin û got; "Ji bo pirsgirêkên medê baş e û metabolîzmayê leztir dike. Piştî xwarinê tê vexwarin. Yên ku dixwazin dikarin tivirên tê de jî bixwin. Di mehekê de amade ye ku were vexwarin. Ev vexwarin bi haveynê tirş tê çêkirin. Em haveynê tirş sê rojan di nav avê de dihêlin. Piştî ku ew tîr dibe, qonaxa amadekirinê dest pê dike. Ji bilî vê, em xwarinên herêmî yên malê û tirşiyê jî çêdikin."
Berû ji bo nexweşiya şekir
Sevda Cîhan diyar kir ku wan ev kar 5 sal berê dane destpêkirin û got; "Di destpêkê de, me ew tenê wekî xwaringehek malê vekir. Par birayê hevkarê me nexweş ket. Dema ku nexweşiya şekir lê hat tespîtkirin, hevkarê me dizanibû ku berû ji bo şekir baş in, ji berûyan qehwe çêkir. Ev ji bo gelek nexweşiyan baş e. Hevkarê me dît ku baş e, ev fikir bi me re parve kir. Em salek e li ser qehweya berûyan dixebitin. Di vê demê de me gelek zehmetî kişandin, lê em dizanin ku yên ku vê qehweyê vedixwin dê pir razî bibin. Me ji bo qehweya xwe ya hilberandî patent jî wergirtiye."


