Ji bo alîkariya bi Kobanê re amadekarî
Nûnerên Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr ya Amedê ji bo korîdora alîkariya mirovahiyê bê vekirin, dest bi amadekariyan kirin.

Nûnerên Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê ji bo koorîdora alîkariya mirovahiyê li gelê Kobanê bê vekirin, dest bi amadekariyan kirin. Nûnerên Platormê, xwestin, ji bo alîkariya batanî, zexîre, şîr, çadir, nivîn û alavên pêdiviyên jiyanê bigînin gelê Kobanê koorîdora mirovahiyê bê vekerin. Amadekariyên ji bo alîkariyê didomin.
Nûnerên Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr ya Amedê berê jî ji bo şerê li Sûriyeyê bi dawî bibe bi nameyekê daxwazên xwe ji Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re şandibû.


