Ji bo Amedsporê bi hezaran li qada Newrozê kom bûn

Bi sed hezaran welatî ji bo serkeftina Amedsporê pîroz bike li Qada Newrozê kom bûn.

1 deqe xwendin
Ji bo Amedsporê bi hezaran li qada Newrozê kom bûn

Tîma futbolê ya Amedspor îsal bû şampîyon û derket Super Lîgê. Amedspor ji bo serkeftina xwe piroz bike li Qada Newrozê îşev bernameyek amade kir. Bi sed hezaran aligirên Amedsporê ji bo tev li pîrozbahiyê bibin ji Amed û bajarên derdorê hatin li qada Newrozê kom bûn û dest bi pîrozbahiyê kirin. Di çarçoveye pîrozbahiyan li gel Serokê Amedsporê Nahît Eren, rayedarên, gelek mêvan dê biaxivin. Di çarçoveya pîrozbahiyan de dê gelek hunermend derkevin ser dikê. 

Bi sed hezaran alîgir bi pankart, forma û dovîzên xwe Qada Newrozê tije kirin. Pîrozbahiyê dest pê kir. Bi sed hezaran kes li qadê alên Amedsporê bilind kirin û govend gerandin. Piştre tîma bê asteng a Amedsporê ya ku di beşa basketbolê bi ser ket û ew jî di beşa xwe da derket Super Lîgê bi Dayika Aştiyê Nezahat Teke re kupa rakir.