Ji bo Gulistan Doku li Agirî çalakî hat lidarxistin
Li Agiriyê, ku der barê Gulistan Doku de daxuyanî hat dayîn, wiha hat gotin: "Divê her kesê berpirsyar demildest bên darizandin."

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Agiriyê der barê pêşketinên di lêpirsîna windabûna Gulistan Doku de ku ji 5ê çileya 2020î vir ve winda ye, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ku li Kolana Cumhuriyetê hat dayîn, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk jî di nav de gelek kes beşdar bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmeya "Kiryaran bidarizîne, kujeran bernede" hat berzkirin. Endama ÎHDê Melek Gelturan ku metna daxuyaniyê xwend, diyar kir ku di lêpirsînê de berpirsiyariya waliyê wê demê Tuncay Sonel û rola wî di tunekirina delîlan de derketiye holê.
Melek Gelturan got, "Em daxwaz dikin ku her kesê berpirsyarê windabûna Gulistan Doku di zûtirîn dem de were derxistin pêşberî dadgehê û di dema binçavkirinê de were darizandin."
Melek Gelturan kuştinên jinan li Kurdistan û Tirkiyeyê bi bîr xist û got: "Mirinên gumanbar ên jinan ji kuştinên jinan ên bi kiryarên diyar ji hêla hejmarî ve zêdetir in. Sedema bingehîn a vê yekê neavêtina gavên pêwîst ji hêla dewletê ve li dijî tundiya li ser jinan û kuştinên jinan e û bi zimanekî wekî zimanê dewletê be di hemû warên jiyanê de tundî tê rewakirin. Wekî parêzvanên mafên mirovan ên jinan, em her gav destnîşan dikin ku tundiya li ser jinan tundiyeke polîtîk e. Di pêşketinên der barê windabûna Gulistan Dokûyê de bêcezatiya şeş sal û nîvan, nîşaneya herî zelal a vê yekê ye."
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

