Ji bo Roja Muzîkê ya Cîhanê şahiyek hate lidarxistin
Şaredariya Peyasê bi wesîleya 21ê Hezîranê Roja Muzîkê ya Cîhanê, li Parka Yeşîl Kûşakê ya Peyasê bernameya muzîkê li dar xist. Beşdaran bi stranên aştî û bihevrebûnê strîn û govend gerandin.

Şaredariya Peyasê ya Amedê bi boneya 21ê Hezîranê Roja Muzîkê ya Cîhanî, li parka Yeşîl Kûşakê ya Peyasê bernameya muzîkê li dar xist. Gelek kes tev li bernameyê bûn û bi hev re stran gotin. Tevî xwendekar û perwerdekarên Atolyeya Hunerê ya Yektayê ya girêdayî Gerînendetiya Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya Peyasê, bi erbane û stranan meşek li dar xistin û gelê taxê vexwendin bernameyê. Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, cîgirên Hevşaredarên Peyasê û gelek endamên Meclîsa Şaredariyê tev li bernameyê bûn. Beşdaran bi hev re stranên aştî û azadiyê strîn û govend gerandin.
Organîzator û beşdaran diyar kirin ku ew ê bi muzîk, stran û govendên xwe yên ku aştî, hevgirtin û çanda jiyana hevpar mezin dike, bi hev re melodiya jiyanê xurttir û dewlemendtir bikin.
Çalakî weke mînakek berbiçav a bi rêya huner û muzîkê yekîtiyê xûrt bike hate nirxandin.


