Li Colemêrgê OHAL, li Enqereyê çi hal!
Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê Ozan Akbaş anî ziman ku hewaya pêvajoyê li Colemêrgê tune ye û got: “Welatî dema zexîreyan ji bajêr dibin gund, leşker wan kontrol dikin. Nikarin zêdeyî pîvana ku leşker diyar dikin bibin. Di ketina gundan de cîhaza XRyê heye.”

Li navçeya Şemzînana Colemêrgê, di 14ê hezîranê de çawişê pispor Mûsa Gezer hevsera xwe Gulşen Gezer, dayika wê Habîba Demîr, birayê wê Gurkan Demîr û xwişka wê Denîz Demîr kuştin. Berê jî çawişên pispor Talîp K. bi tecawizê, Hanîfî N. û E.O. bi esrarê, Bestamî Dûman, Y.E.A., Muhammed Recaî Işik, Emre S. bi kuştina jinan, Ferhat K. bi îşkenceya li dijî jinan ketin rojevê. Dîsa bi dehan çawiş bi kuştina jinan, tecawiz, dizî û esrarê bûn rojev. Di salên dawî de gelek çawişên pispor jinên ku bi wan re zewicîne kuştine. Lê kujer, piştî demekê serbest hatine berdan û niha ew kujer serbest digerin.
Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê Ozan Akbaş têkildarî bûyerên çawişên pispor û rewşa OHALê ya li Colemêrgê nirxandin kir. Ozan Akbaş anî ziman ku çawişê pispor ê li Şemzînanê ji malbatekê 4 kes kuştin, 13 sal berê zewicîbû û got: “Çawişê pispor Mûsa Gezer berê karê înşaatê dikir. Ji dayik û bavê xwe re gelek pirsgirêk derdixistin. Pişt re bû cerdevan. Nêzî 10 sal in bûye çawişê pispor. Jina ku bi çawişê pispor re zewicî çend caran xwest dev ji hev berdin. Lê hin caran endamên malbatê ketin navberê. Sal û nîvek berê Gulşen Gezer got ‘hevjînê min dê min bikuje’ û çû mala bavê xwe. Lê mezinên malbatê ku di nav wan de yên AKPî jî hebûn, dîsa ketin navberê û nehiştin hev berdin. Lê dîsa nîqaşan berdewam kir. 2 meh berê Gulşenê got ‘em ê hev berdin û êdî nameşe’. 2 hefte berê ji bo berdanê serî li dadgehê da.’’
Du roj berê got ‘ez ê bikujim’
‘’2 roj beriya bûyerê çawişê pispor û pismamê xwe çûn cem mezinên malbatê û got ‘ez ê wê bikujim’ û gef xwar. Piştî wê serokên eşîrê û mezinên malbatê ketin navberê. Çawiş got ‘temamez hevberdana bipeyman qebûl dikim’. Destê xwe li quranê dide û sond dixwe. Lê rojek şûnde di 14ê hezîranê de diçe malbatê û Gulşen, dayik, xwişk û birayê wê dikuje.”
Kesên psîkopat dikin çawiş
Ozan Akbaş anî ziman ku li tevahiya Kurdistanê ev bûyer pêk tên û wiha lê zêde kir: “Dewlet li ser civakê şerekî taybet û derûnî dimeşîne. Gel muhtacî pereyan kiriye û gelek mirov ji bo debarê neçar dimînin tev li karê xerab bibin. Dîsa mirovên diz û psîkopat û zerarê didin civakê wan dikin leşker û çawişên pispor. Ev bûyer zêde li Kurdistanê pêk tên.’’
Gundî di XRyê re derbas dibin
Ozan Akbaş da zanîn ku li gundên ser sînor binpêkirina mafan gelek zêde ye û wiha axivî: “Herî zêde welatiyên li ser sînor dijîn rastî tundiyê tên. Welatiyên ku dixwazin biçin mal û gundên xwe di kontrol û lêgerînê û cîhaza XRyê re derbas dibin. Parêzvanên mafên mirovan dixwazin biçin wan gundan lêkolîn bikin, lê nikarin biçin van gundan. Welatî dema zexîre û xwarina ji bo malê dibin, bi pîvan dibin. Li gorî pîvana ku leşkeriyê diyar kiriye karin zexîre bibin malê. Nikarin zêde zexîre û xwarinê bibin. Di kontrola leşkeriyê re derbas dibe. Li ser vê yekê rapor û belgeyên me ji hene. Niha jî ev ambargo û tecrîda li ser gundan didome. Em parêzvanên mafên mirovan in, lê leşkerî destûr nade em biçin wan gandan lêkolînê bikin.”
Ozan Akbaş da zanîn ku li Colemêrgê hîn hewaya pêvajoyê tune ye û wiha berdewam kir: “Mixabin li Colemêrgê pêvajo tune ye. Hîn kontrolên leşker û polîsan zêde ne. Hîn zextên li ser gel zêde hene. Hêj welatî nikarin bi hêsanî biçin gundên xwe û nikarin li gundên xwe bi cih bibin.”
Şemzînan girtîgeha servekirî ye
Ozan Akbaş, bi lêv kir ku hejmara leşker û polîsan li Şemzînanê ji ya niştecihan zêdetir e û ev agahî dan: “Bi taybetî hejmara polîsan gelek zêde ye. Li çar aliyê Şemzînanê qereqol çêkirine. Li her derê qereqol çêkirine. Gel nikare biçe zozan û zeviyên xwe. Bi taybetî Şemzînan girtîgeha servekirî ye. Li her derê mobese hene. Li ser mala min mobese heye. Nikarin bi hêsanî perdeya xwe vebikim û li derve binihêrim. Gel nikare bi hesanî tev bigere. Dorpêç û çavdêriya li ser Şemzînanê didome.”
Ozan Akbaş, herî dawî destnîşan kir ku ji bo ev binpêkirin û îşkenceya derûnî bi dawî bibe, serlêdanên wan û hewldanên wan didomin û wiha bi dawî kir: “Niha li ser me îşkenceya derûnî heye. Ji bo ev dorpêç bi dawî bibe, xebatên me dê bidomin. Em ê raporên xwe zêde bikin. Em ê van raporên xwe bi meclisê û qada siyasî re parve bikin. Em dixwazin aştiyek mayînde bê tevahiya Tirkiye û Kurdistanê. Gelê Colemêrgê aştiyek mayînde û birûmet dixwaze.”
Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê Ozan Akbaş der barê rewşa li Colemêrgê da zanîn ku li gundên ser sînor binpêkirina mafan zêde ye û wiha got: “Herî zêde welatiyên li ser sînor dijîn rastî tundiyê tên. Welatiyên ku dixwazin biçin mal û gundên xwe di kontrol û lêgerînê û cîhaza XRyê re derbas dibin. Parêzvanên mafên mirovan dixwazin biçin wan gundan lêkolîn bikin, lê nikarin biçin van gundan. Welatî dema zexîre û xwarina ji bo malê dibin, bi pîvan dibin. Li gorî pîvana ku leşkeriyê diyar kiriye karin zexîre bibin malê. Li ser vê yekê rapor û belgeyên me ji hene. Niha jî ev ambargo û tecrîda li ser gundan didome. Mixabin li Colemêrgê pêvajo tune ye. Hîn kontrolên leşker û polîsan zêde ne. Hîn zextên li ser gel zêde hene. Hêj welatî nikarin bi hêsanî biçin gundên xwe û nikarin li gundên xwe bi cih bibin.”


