Ji bo Rojava karwana alîkariyê ya duyemîn bi rê ket
Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyên ji hêla gelê Kerkûkê ve hatine komkirin wekî karwanê duyemîn ber bi Rojava ve derxiste rê.

Têkildarî kampanyaya alîkariyê li Salona Şahiyan ya Taxa Şorçey ya Kerkûkê daxuyaniyek hat dayîn. Yek ji rêveberên kampanyaya alîkariyê Hêmin Hesîb têkildarî xebatan agahî da û bal kişand ser pêwistiya alîkarî û hîstiyariya gelê Kerkûkê.
Hêmîn Hesîb der barê mijarê de wiha axivî: “Piştî komkirina alîkariyê niha bi hevkariya Heyva Sor ya Kurdistanê, me dest bi şandina alîkariyê kir. Alîkariyên me wekî karwanek duyemîn ji bo Rojava derket rê.”
Rêveberê Tîma Kampanyayê Elî Ebdulrehman jî diyar kir ku 35 milyon dînar û 15 barhilgir pêwîstiyên esasî yên jiyanî dişînin û wiha got: “Di qonaxa yekem de 24 barhilgir, 103 milyon dînar ji bo gelê Rojava hat şandin. Em spasiya hemû xelkên alîkarî kirine, dikin.”
Nûnerê Rêxistina Heyva Sor a Kurdistanê Ferhan Mihemed jî spasiya gelê Kerkûkê kir û anî ziman ku dê alîkariyan bigihînin gelê Rojava ku di bin ambargo û zordariyek mezin de ye. Di daxuyaniyê de banga hestiyariyê û berdewamkirina alîkariyan hat kirin.


