Ji bo vegera koçberan lijne hatin avakirin

Di pêvajoyeke ku vegera koçberên Serêkaniyê di rojevê de ye, Meclisên Gel ên Til Temir û Zirganê ji bo lêkolînkirina rewşa gundan û vegera ewle ya welatiyan du lijne ava kirin. Ev lijne dê astengiyên li pêşiya vegerê yên wekî wêranî û xetereya mayînan a li gundên hatine dagirkirin, tespît bikin.

1 deqe xwendin
Ji bo vegera koçberan lijne hatin avakirin

Di 9ê Cotmeha 2019an de dewleta Tirk û komên girêdayî wê, êrişî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên herêma Cizîrê kirin û ligel van deveran beşek gundên navçeyên Zirgan û Til Temirê jî hatin dagirkirin. Ev gundên ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û dewleta Tirk de bûn xeta sînor, heta sala 2025an jî rastî topbaran û êrişên bênavber hatin.

Gund hatin valakirin, mal hatin talankirin

Ji ber êrişên giran gelek gund bi temamî hatin valakirin. Dewleta Tirk li van gundan baregehên xwe yên leşkerî ava kirin, zevî û rê mayîn kirin û malên welatiyan ji aliyê koman ve hatin talankirin. Ji ber zêdebûna xetereyê û rûxîna binesaziyê, bi hezaran kes ji cih û warên xwe koçber bûn. Ji ber hilweşîna malan û metirsiya mayînan, welatî hîn jî nikarin bi ewlehî vegerin ser axa xwe.

Li Til Temirê zêdetirî 20 gund bi temamî vala ne

Li gorî daneyên Meclisa Gel a Til Temirê lîsteya gundên Um Mişêfa, El Menax, El Feyseliye, Erîheniya, Qasimiyet Simêla, Qasimiyet Hec Hesen, Reşîdiye, Elkenbehir, Elderbo, Elsîbatiye, Hiwêca, Ebdulselam Şerqî, Ebdulselam Xerbî, Xerbet El Dibis, El Eziziye, Dawûdiya, El Salihiye, El Wehle, El Cemiliye, El Heso û Xerbet Xedîr bi temamî vala bûne. Ev gund wêran bûne û li gelek qadên wan mayîn hatine danîn.

Gelek gund hatin wêrankirin

Her wiha li gundên Kinêhir, El Hecac, Mehmudiye, Xerbet Qiraç, Sêbatiye, Erîşe Kebîre, Erîşe El Xabûr, Erîşa Xerbî û Erîşa Şerqî rûxîneke mezin hebe jî, beşek ji şêniyan bi qismî li wan deran mane û hewl didin jiyana xwe bidomînin.

Li Zirganê19 gund hatine valakirin

Li gorî agahiyên Meclisa Gel a Zirganê jî, bi giştî 82 gundên hatine valakirin û wêrankirin hene. Ji van gundan 55 gund li herêma di bin parastina HSDê de ne û 27 gund jî ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin.

Dewleta Tirk astenga herî mezin e

Ji ber êrişan, 9 gundên di bin kontrola HSDê de bi boneya êrişan bi temamî hatine valakirin û avahiyên wan hilweşiyane. Li xeta dagirkirî jî bi giştî 10 gund hatine valakirin û li gelek deveran baregehên leşkerî yên dewleta Tirk hatine avakirin.

Dê rewş bê tespît kirin

Meclisên gel diyar kirin ku ji ber xetereya ewlehiyê, hîn jî agahiyên sedî sed zelal der barê asta wêranî û lîsteya qadên mayînkirî de li ber destê wan nînin. Lijneyên ku nû hatine avakirin dê valahiya vê agahdariyê tijî bikin û ji bo paşerojê raporekê amade bikin.