Ji bo windayan edalet xwestin

Xizmên Windayan û ÎHD, li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin ku winda bên dîtin û kiryar bên darizandin.

1 deqe xwendin
Ji bo windayan edalet xwestin

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHDê yên şaxên Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê wekî her hefteyê, vê hefteyê jî li qadan bûn û xwestin aqûbeta windayan bê eşkerekirin û kiryar û berpirsiyarên windakirinan bên girtin û darizandin.

Amed

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 891emîn a çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê kom bûn û daxuyanî dan. Xizmên Windayan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 891emîn de xwestin kujerên Hatîce Atalay a ku di 10ê Îlona 1996an de li navçeya Pîranê hatibû kuştin bên dîtin û darizandin. Beriya daxuyaniyê, ji ber 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê rêveberên ÎHDê qurnefîl dan xizmên windayan ên jin û nûçegihanên jin ên ku çalakiya wan şopandin. Di çalakiyê de ewilî Hevseroka ÎHDê ya Amedê Sûzan Mehmetoglû axivî.

Hevseroka ÎHD a Amedê Sûzan Mehmetoglû di çalakiyê de axivî û bal kişand ser tundiya sîstematîk a li ser jinan. Mehmetoglû diyar kir ku sal bi sal hejmara jinên tên qetilkirin zêde dibin û wiha got: “Em tu carî qebûl nakin ku tundî li ser jinan bê kirin. Mafê jiyanê yê jinan heye û em ê heta dawiyê parastina vî mafî bikin. Heke saziyên edaletê cezayên giran nedin kujeran, ew ê bêtir cesaretê bigirin. Heta ku edaleta rasteqîn pêk neyê, azadî û wekhevî pêk nayê. Em 8ê Adarê li hemû jinên kedkar û jinên Kurd pîroz dikin. Têkoşîna me dê heta dawi li cînayetên jinan were berdewam bike.” 

Piştî axaftina Sûzan Mehmetoglû Rêvebera ÎHDê Eylem Kaya çîroka Hatîce Atalay a ku di 10ê Îlona 1996an de li navçeya Pîranê hatibû kuştin xwend. Eylem Kaya diyar kir ku Hatîce Atalay, hevjînê wê û cîrana wan, berî ku biçin avdana baxçeyê xwe agahî dabûn Midûriyeta Polîsan lê belê Tîmên Tevgera Taybet gule li wan reşandine û got: “Hatîce Atalay birîndar bûye, lê polîsan heta saet 06.00ê sibehê nehiştine bibin nexweşxaneyê û ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest daye. Dosye bi polîtîkaya bêcezahiştinê hat girtin. Dewletê berpirsiyariya xwe ya lêpirsîneke serbixwe bi cih neanî. Lê em ê dest ji daxwaza edaletê bernadin.” 

Piştî xwendina çîrokê, xizmên windayan û rêveberên ÎHDê ji bo Hatîce Atalayê deqîqeyekê çalakiya rûniştinê pêk anîn û dû re çalaki bi dawî bû.

Êlih

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê û Malbatên Windayan di hefteya 727emîn de çalakiya xwe ya bi navê “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê li dar xist. Di çalakiyê de rêveberên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin û kuştin hildan. Rêveberên ÎHDê bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kulîlk dan beşdarvanên jin. ÎHDê û Malbatên Windayan vê hefteyê li aqûbeta Mehmet Mûngan ê di 18ê Adara 1998an de li mezraya Ceylanê ya gundê Xirabreşik ê navçeya Silopiya ya Şirnexê piştî sergirtina leşkeran a malê hat girtin û ji wê rojê agahî jê nayên girtin pirsîn. Çîroka Mehmet Mûngan rêveberê ÎHDê Reşît Çetînkaya xwend.

Colemêrg

Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê û Xizmên Windayan di hefteya 217emîn de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiya xwe domandin. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên Gever beşdarî çalakiyê bûn. 

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Hatice Atalay hat pirsîn. Daxuyanî bi Tirkî ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê Sîbel Çaprazê ve hat xwendin. Çapraz da zanîn ku Hatice Atalay diçe avdaniya bax û baxçeyan ku diket pişt Emniyetê. Tîmên Taybet gule li herêma ku Hatice Atalay lê dibarînin.

Sîbel Çaprazê di berdewamiya daxuyaniyê da anî ziman ku hevjînê Hatîcê ji bo rawestandina Tîmên Taybetê ber bi wan ve diçê û got: “ Tîmên Taybet gotin; Em ê te jî bikûjin. Çaprazê da zanîn ku saet di 06:00ên sibehê de cenazeyê Hatice Atalayê li nav bax tê dîtin.

Sibel Çaprazê di dawîyê de got: “Em ê ji bo Hatîce Atalayê ji bo hemû windayên xwe her tim edaletê bixwazin.”

Daxuyanî bi deqeyeke çalakiya runiştinê bi dawî bû.

Îzmîr

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê li ber avahiya kevn a Sumerbankê ya li Konakê çalakiya xwe ya du hefteyan domand û li aqûbeta kesên ku di binçavan de winda bûne pirsî. Di dema çalakiyê de ku pankartên bi nivîsa "Winda diyar in, kiryar li ku ne?" û "Winda meseleya wijdanê ne, xwedî li wan derkevin" hatin daliqandin, Rêvebera Şaxa ÎHD a Îzmîrê Nazli Tûran, li kiryarkerên windabûna Nurettin Tolûk pirsî ku di 3yê Sibata 1995an de li Îzmîrê hat binçavkirin û ji wê demê ve tu agahî jê nehatiye girtin.