Ji Ciwanên Enternasyonalîs banga tevlîbûna seferberiya Rojava
Ciwanên Enternasyonalîst ên li Rojava ji bo parastinê banga tevlîbûna serferberiyê kirin. Komeke din a enternasyonalîst jî ragihand ku ew tevlî seferberiyê bûne û bang li gelê cîhanê kirin ku li berxwedana Rojava xwedî derkevin û tevlî seferberiyê bibin.

Ciwanên Enternasyonalîst ên li Rojava bi peyameke bidîmen banga tevlêbûna seferberiyê ji bo parastinê kir.
Di peyamê de hat gotin: "Em wek hevalên enternasyonalîst ên li Rojava banga we dikin werin Rojava û tev li seferberiyê bibin.
Çeteyên cîhadîst ên girêdayî Tirkiyeyê li ber deriyê Kobanê ne. Lê HSD û YPJê berxwedana xwe di cebheyan de dewam dikin. Xeterî heye ku bi hezaran çeteyên DAIŞê ji zîndanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê birevin. Ev xeteriyek ji bo herêmê û ji bo hemû mirovahiyê ye.
Dem hatiye hûn tev li seferberiya Rojava bibin. Werin vir û tev li şoreşa jinê bibin.
Bijî berxwedana Rojava, ji bo Rojava rabin."
JIYANA KU LI ROJAVA TÊ PARASTIN, DÊ BIBE DENGÊ GERDÛNÎ YÊ AZADIYÊ
Komeke din a enternasyonalîst jî ragihand ku ew tevli seferberiyê bûne û bang li gelên cîhanê kirin ku tevli berxwedanê bibin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rojava ne tenê erdnigariyek e û hat gotin: “Rojava, nûnerê hêviya hevpar a azadiya mirovahiyê ye. Ew, şoreşa sedsala me ye.” Hat destnîşankirin ku bêdengmayîna li hemberî êrîşan, tê wateya pejirandina berdewamiya zilmê.
Di daxuyaniyê de hat tekezkiirin ku parastina Rojava; parastina biratiya gelan, parastina jiyana azad a bi pêşengiya jinê û parastina berxwedana li dijî dagirkerî û faşîzmê ye. Di teksta ku bang li hemû hêzên şoreşger û demokratîk hate kirin de; banga yekîtiyê ya li dora nirxên demokrasî, azadiya jinê, ekolojî, sosyalîzm, berxwedana ciwanan û enternasyonalîzmê hat kirin.
Ciwanên enternasyonalîst diyar kirin ku ev bang, hişyariyek e ku bang li wijdana gelan dike û ragihandina têkoşîna enternasyonalîst e. Di daxuyaniyê de cih dan van îfadeyan: “Jiyana ku îro li Rojava tê parastin, dê sibê bibe dengê gerdûnî yê azadiyê.”
Di daxuyaniya ku hat gotin “Gelê kurd ne bi tenê ye, şoreş ne bi tenê ye, Rojava ne bi tenê ye” de, bang li hemû gelan hat kirin ku bi hev re têkoşînê bimeşînin.
Daxuyani bi dirûşmên ‘Werin em bi hev re dîrokê binivîsînin’, ‘Bijî yekîtiya enternasyonalîst’, ‘Bijî têkoşîna hevpar a gelan’ û ‘Bijî berxwedana Rojava’ bi dawî bû.


