Ji Dayîkên Aştiyê banga tevlîbûna 8ê Adarê
Dayîkên Aştiyê di çarçoveya 8ê Adarê de magnetên ku li ser ‘Jin Jiyan Azadî’ dinvîsandin amade kirin. Dayîkan bang li jinan kirin ku tev li mitînga 8ê Adarê bibin û gotin: “Divê wê rojê em li hemû qadan dengê xwe bikin yek.”

Dayîkên Aştiyê di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li avahiya xwe ya li navçeya Rezanê ya Amedê magnetên ku li ser ‘Jin Jiyan Azadî’ dinivîsandin bi gotina stranan û coşeke mezin amade kirin. Dema dayîkan magnetên xwe amade kirin bal kişandin ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dan zanîn ku aştî dê bi hêz û yekitiya jinan bi serkeve. Dayîkan destnîşan kirin ku divê jin derkevin qadan û bi yek dengî banga aştiyê bikin.
Dayikan bi minasebeta 8ê Adarê re silavên xwe li hemû jinên Kurd û jinên berxwedêr kirin û anîn ziman ku ew roja jinên di qad û çeperan de, jinên li Rojava, li Rojhilat û li Başûr pîroz dikin û bi kelecaniyeke mezin vê rojê pêşwazî dikin. Dayîkan bang li jinan kirin ku tev li mitînga 8ê Adarê ya li Qada Îstasyonê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê bibin.

