Ji DEM û KNKê peyamên Cejna Remezanê

KNKê û DEM Partiyê bi boneya Cejna Remezanê peyamên pîrozbahiyê weşandin û cejn li gelên Kurdistanî û civaka îslamî pîroz kirin.

1 deqe xwendin
Ji DEM û KNKê peyamên Cejna Remezanê

Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, bi boneya Cejna Remezanê, bi Kurmancî, Kirmanckî, Tirkî û Erebî peyama pîrozbahiyê weşandin.

Di peyamê de wiha hate gotin: “Di van rojên cejnê de ku cejnên Remezanê û Newrozê li hev rast hatin, em hêvîdar in ku ji bo welatê me û herêma me bibe hêviya rojên aştiyê, ne yên şer.” Hevserokên DEM Partiyê destnîşan kir ku rêya vê yekê jî ji bo Tirkiyeyê Komara Demokratîk e, ji bo herêmê jî Rojhilata Navîn a demokratîk e û cejna Remezanê bi hêviya aştî, wekhevî û azadiyê li 86 milyon mirovî pîroz kirin.

‘Bila cejn li welat û herêmê bibe wesîleya aştiyê’

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî bi wesîleya Cejna Remezanê û Cejna Newrozê peyamek weşand. Peyam bi vî rengî ye: “Sibe cejn e, cejna Remzanê ye. Em cejna Remezanê, di serî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li hemî alema Îslamê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku cejna Remezanê li welatê me û li hemî cîhanê, bibe wesîleya aştî û aramiyê.”

‘Kurdistan û Rojhilata Navîn di demeke xeternak re derbas dibe’

Di peyama KNKê de Cejna Newrozê jî hate pîrozkirin û ev tişt hatin gotin: “Em niha di destpêka biharê de ne. Em di hefteya Newrozê de ne, em ê cejna Remezanê û cejna Newrozê bi hev re pîroz bikin. Kurdistan û herêma Rojhilata Navîn di demeke hesas û hestyar da derbas dibe. Şerê Emerîka – Îsraîl û Îranê bi hemû germahiya xwe ve berdewame. Li Rojhilatê Kurdistanê rewşeke nû heye û hingî diçe ev parçe ya Kurdistanê dibe rojeveke sereke.”

‘Herêm ber bi guhertinê ve diçe’

Di peyamê de pêşketinên li çar perçeyên Kurdistanê û êrişên li dijî gelê Kurd hatin bi bîr xistin û wiha hate gotin: “Li Rojhilata Navîn statukoya Sykes – Pîcot û Lozanê xira bûye, lê şûna wê nêhatiye dagirtin û nexşeya Rojhilata Navîn ber bi guhertinekî ve diçe. Em cejna Remezanê û cejna Newrozê di vê rewşê da pêşwazî dikin. Kurdistan û herêma me bi giştî ber bi guhertinekî ve diçe. Her çiqas em ne terefê şer bin jî, lê şerê ku li vê herêmê berdewam dike welatê me jî dixe navxwe.”

‘Gelê me dê cejnên xwe li ser axa azad pîroz bike’

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ligel hemû zehmetiyan, em bi bawerin ku gelê kurd dê li ser axa azad cejnan pîroz bike û ev nirxandin hate kirin: “Di van şert û mercan de jî, em bi hêvî û xwedî wê baweriyê ne ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe li ser axa xwe ya azad pîroz bike. Bi vê munasebetê em careke din cejna Remezanê, li hemû girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li hemî alema îslamê pîroz dikin.”