Ji Elîf Hemo banga serbestberdana dîlgirtiyan

Di çalakiya 8ê Adarê ya li bajarê Hesekê de banga serbestberdana dîlgirtiyên li hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hat kirin û hate gotin "Eger niyetek hikumetê ya lihevkirin û enterasyonê rast be, dê dîlgirtiyên me serbestberde."

1 deqe xwendin
Ji Elîf Hemo banga serbestberdana dîlgirtiyan

Li bajarê Hesekê bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê mitîng ji bo serbestberdana şervanên dîlgirtî yên li gel hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hat lidarxistin. Mitîng li stadyuma Beledî bi beşdariya malbatên dîlgirtiyan, bi sedan jinên bajarê Hesekê, endamên partiyên siyasî û tevgerên jinan pêk hat.

Di mitîngê de wêneyên şervanên dîlgirtî hatin hildan. Pankartên bi nivîsên ‘Di Roja Jinan a Cîhanê de, ji qadên azadiya jinan em banga azadiyê ji dîlgirtiyên xwe dikin’, ‘Azadiyê ji bavê xwe re dixwazim’ û ‘Azadiyê ji apê xwe re dixwazin’ hatin vekirin. Bi pankartên din hikûmeta demkî hat şermezarkirin ku li gorî peymana 29ê çileyê ya bi HSDê re îmze kiriye, tev nagire û dîlgirtî hîna bernedaye.

Mitîng bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre peyama Rêber Abdullah Ocalan a 8ê Adarê hat xwendin.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Elîf Hemo jî axivî û diyar kirk u ew bi saya Rêber Abdullah Ocalan gihaştine vê merheleyê û got, tevgera jinan berdêlên giran dane.

Elîf Hemo îşaret pê kir ku Rojhilata Navîn û gelê Kurdistanê di qonaxeke zehmet re derbas dibin û êrişên hovane li ser wan têne kirin û got, li hemberî van rewşan çareseriya yekane ya li pêşiya gelan bicihanîna felsefeya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan e.

Elîf Hemo bi bîr xist ku tevî peymana 29ê çileyê ya bi HSDê re, lê hikumeta demkî hîna şervanên dîlgirtî bernedaye û got, "Eger niyeta hikumetê ya lihevkirin û entegrasyonê rast be, dê niha dîlgirtiyên me berde."

Elîfa Hemo anî ziman ku dê têkoşînê bidomînin ta dengê wan bighêje cîhanê, destkeftiyên jinan di destûrê de werin nivîsandin, şervanên dîlgirtî werin berdan û cenazeyên şehîdan werin radestkirin.

Endama Desteya Rêveber a Yekitiya Jinên Suryan Sofiya Yûsif têkoşîna jinan a ji bo azadî, rûmet û edaletê vegot û jinên ku ji bo mafên xwe têkoşiyane jî bi bîr anîn.

Sofiya Yûsif diyar kir ku jin ji berê de û heya niha jî mînakên berxwdan û dayînê ne.

Keça şervanê HSDê yê dîlgirtî Ebdulxenî Miêş, Şukriya Miêş jî axivî û got: "Bavê min nexweş  e. Pêdiviya wî bi dermanan heye. Çima nayê berdan? Heya niha agahî jî dilgirtiyan nayê girtin. Em bang li hikumeta demkî dikin ku dîlgirtî û revandiyan berde."

Mitîng bi berzkirina dirûşmên bi banga serbestberdana dîlgirtiyan û misogerkirina mafên jinan di destûrê de bi dawî bû.