Ji Endamên Parlementtoya Avrupayê peyama piştgiriya Rojava
Parlamenteyên endamên Parlamentoya Avrupayê yên ji komên cuda cuda li dijî êrîşên çeteyên girêdayî Hikûmeta Sûriyeya Demikî ya ku dewleta tirkiyeyê piştgirî dede wan êrîşên Rojava dikin, peyamên piştgiriyê dan.

Parlamenteyên endamên Parlamentoya Avrupayê yên ji komên cuda cuda li dijî êrîşên çeteyên girêdayî Hikûmeta Sûriyeya Demikî ya ku dewleta tirkiyeyê piştgirî dede wan êrîşên Rojava dikin, peyamên piştgiriyê dan.
Parlamenterên ji komên cuda yên Parlamentoya Ewropayê peyamên hevgirtinê ji Rojava re şandin. Parlamenterên endamên PAyê yên ku li dijî êrîşên çeteyên girêdayî Hikûmeta Sûriyeya Demkî ya ku dewleta tirkiyeyê piştgirî dide wan êrîşî Rojava dikin reaksiyon nîşan didin, gotin ku divê xweseriyê gelê kurd bê naskirin.
ANA MİRANDA: JI BO AŞTIYE LI HEMÛ CIHANÊ DIVÊ EM PIŞTGIRIYA WAParlamenterên ji komên cuda yên Parlamentoya Ewropayê peyamên hevgirtinê ji Rojava re şandin. Parlamenterên endamên PAyê yên ku li dijî êrîşên çeteyên girêdayî Hikûmeta Sûriyeya Demkî ya ku dewleta Tirk piştgirî dide wan êrîşî Rojava dikin reaksiyon nîşan didin, gotin ku divê xweseriyê gelê Kurd bê naskirin.
Endama European Free Alliance (Îttîfaqa Azad a Ewropayê) ya ji Galîsyayê Ana Miranda got:
“Em piştgiriya xwe ji gelê kurd re li dijî van êrîşên ku niha li Rojava têne kirin pêşkêş dikin. Ji navê European Free Alliance, îro me nameyek ji bo Bilind-Rêvebirê Karên Derve yê Yekîtiya Ewropayê birêz Callas şand ku êrîşên li dijî gelê kurd şermezar dike. Gelê kurd li dijî DAIŞê şer dike û ji bo aştiya li hemû cîhanê divê em piştgiriya wan bikin. Niha, di çarçoveya pirsgirêkên jeopolîtîk ên bi Trump re û rewşa hemû êrîşan de, divê em Rojava û gelê wê hîn zêdetir biparêzin. Ji navê European Free Alliance, em her tim li gelê kurd in.”
THIERRY MARİANİ: YEKÎTIYA EWRÛPAYÊ Û FRANSAYÊ HIM KOR HIM JÎ TIRSONEK DIBÎNIM
Endamê koma Patriots for Europe, ji partiya Rassemblement National a Fransayê Thierry Mariani got: “Mixabin, yên ku diqewimin di dawiyê de ne ecêb in. Ne ecêb in ji ber ku Rojava niha hikûmeta Colani piştgirî dike û bi korî baweriyê pê tîne. Û bi taybetî niha, Rojava çavên xwe li dinyayê digire. Pê re çi diqewime? Îro ji bo Ewropa û Fransayê metirsî ne êrîşa li ser Gronlandê ye û ne jî êrîşa Amerîkîyan; encamên pir giran ên ku li Rojhilata Navîn diqewimin in. Em dibînin ku kurd bi temamî hatine terikandin. Em dibînin ku wekî her carê destûrê didin tirkiyeyê ku bi awayê xwe tevbigerin. Û Fransa û Ewropa di mijara tirkiyeyê û Sûriyeyê de bi awayekî balkêş bêdeng dimînin. Tiştê pir giran ew e ku xweseriya kurdan niha bi temamî tê pirsîn. Tiştê pir giran ew e ku ew niha di dorpêçê de ne. Û tiştê pir giran ew e ku kamp hatine girtin û niha ji aliyê terorîstên berê ve têne kontrolkirin. Û her tişt nîşan dide ku girtiyên DAIŞê wê bên berdan. Ez difikirim ku Yekîtiya Ewropayê û Fransa di mijara Sûriyeyê de pir zû pîroz kirin. Ez Yekîtiya Ewropayê û Fransê hem kor û hem jî tirsonek dibînim. Divê çi bê kirin? Îro Kurdên ku ji aliyê rejîma Esed ve jî têne naskirin, divê karibin nasnameya xwe ya cuda biparêzin. Yên ku ji bo Ewropayê metirsiyê çêdikin divê di zindanê de bimînin. Berî her tiştî, divê em dev ji baweriya kor bi vê hikûmeta Sûriyeyê berdin. Hûn dizanin, terorîstek tenê ji ber ku desthilat girtiye, nabe sosyaldemokrat. Careke din, Fransa û Ewropa nîşana mezin a naîfiyê û, ez careke din dibêjim, sekulerîzma mezin nîşan didin. Şerê Kurdan li kêleka me şansê mezin bû ji bo me. Îro em nikarin wan, tew jî ji bo Tirkan, bihêlin.”
LEOLUCA ORLANDO: DIVÊ EM KURDAN BIPARÊZIN
Berê Serokê Şaredariya Palermo, endamê serbixwe yê koma Greens/European Free Alliance (Keskan/Îttîfaqa Azad a Ewropayê) yê Îtalî Leoluca Orlando got:
“Ez endamê Parlamentoya Ewropayê Leoluca Orlando me. Ez mafên kurdan diparêzim. Ez dixwazim bibêjim ku em piştgiriya kurdên Rojava dikin. Ji ber ku em qebûl nakin ku li wir tirkiyeyê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, rejîma Sûriyeyê rêz li mafên mirovan bigire û ewlehiyê li dijî êrîşên DAIŞê biparêze, kurd bên qetilkirin. Divê em spasiya xwe ji wan re bêjin û wan biparêzin.”


