Ji Gelê Wêranşarê banga ji bo alîkariya Rojava

Konseya Bajar a Wêranşarê derbarê dorpêça li ser Kobanê de civîn li dar xist û got, "Em li hember qirkirina li Rojava bêdeng nîn in û em ê bêdeng nemînin. Divê deriyê sînor ê Murşitpınar tavilê were vekirin."

1 deqe xwendin
Ji Gelê Wêranşarê banga ji bo alîkariya Rojava

Konseya Bajar a navçeya  Wêranşar a Rihayê  li Navenda Çand û Hunerê ya Şaredariya Wêranşarê derbarê êrîşên li ser Rojava û vekirina deriyên sînor de civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civîna çapemeniyê de pankartek bi nivîsa ‘Ji bo alîkariya mirovî sînorê Kobanî vekin’ hate daliqandin û dirûşma ‘Bijî berxwedana Kobnanê’gelek caran hate berzkirin.

Daxuyanî ji hêala Serokê Konseya Bajar a Wêranşarê Parêzer Serdar Ekîncî ve hat xwendin.