Ji Iraq û DYA daxuyaniya ji bo veguhestina çeteyan

Têkildarê veguhestina çeteyên DAIŞê ji bo Iraqê daxuyanî hat dayîn. Berdevkê hikûmeta Iraqê diyar kiri ku wê ewlehiya welatê xwe biparêzin. Wezîrê Parastinê yê DYEyê jî got, çete wê ji bo demekê ji Iraqê re bêne vegyhestin.

1 deqe xwendin
Ji Iraq û DYA daxuyaniya ji bo veguhestina çeteyan

Berdevkê Hikumeta Iraqê Basim Ewadî derbarê veguhestina çeteyên DAIŞê ji girtîgehên li Sûriye û rojavayê Kurdistanê bo Iraqê daxuyaniyek belav kir.

Basim Ewadî di daxuyaniya xwe de got ku bûyerên li Sûriyeyê di demek zû de belav bûn, pêwîstiya vê jî bibiryarê heye û nikare were paşxistin.

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin; “Iraq weke dewlet û hikumetek bihêz dikare ewlekariya xwe biparêze. Neçare biryarek zelal bide û berpirsyartiya xwe pêkbîne. Haya hikûmetê ji van xalên bihêz û lewaz heye û bêyî nirxandina biryar nade. Tedbîrên bi çeteyên DAIŞê yên biyanî re, ji aliyê encûmena dadweriyê ve hatine destpê kirin.”

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth jî derbarê veguhestina çeteyan ya ji Sûriyeyê bo Iraqê de daxuyaniyek belav kir.

Pete Hegseth got ku veguhestina çeteyan ya ji bo Iraqê demkiye, tê payîn ew çete ji bo welatên wan werin şandin û bên dadgehkirin.

Hêjayî gotinê ye beriya niha Wezîrê Karê Hindir yê Iraqê Mîqdad Mîr ragihandi ku veguhestina hezaran çeteyên DAIŞê yên di girtîgehên Sûriyeyê de ji bo Iraqê destpê kiriye.

Di 21ê vê mehê de jî Fermandariya Hêzên Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê ragihand ku piştî hewldana çeteyên DAIŞê ya berdana endamên xwe yên girtî, çeteyên DAIŞê yên li Sûriyeyê girtî dê ji bo Iraqê werin veguhestin.

Li Iraqê ji bo çeteyan cihek hatiye diyarkirin, ev cih jî nêzî bajarokê Xezre ya di keve navbera parêzgeha Enbar û Nînovayê de. Di heman demê de bi hezaran çeteyên DAIŞê di kampek Cedee ya li Nînovayê de hatine bicihkirin.

Bajarokê Cedee dikeve navbera parêzgeha Enbar û Nînovayê û Sunîne. Di sala 2014an de ev bajarokê bi asanî ketibû destê çeteyên DAIŞ’ê de. Lewma niha metirsiya dubarebûna heman senaryoya sala 2014an derketiye holê.

Berdevkê Fermandariyê Artêşa Iraqê Sebah Numan ragihand ku ewê hinek DAIŞê yên di girtîgehên Sûriyeyê yên dibin kontrola HSDê de werbigirin. Iraqê berê jî 150 çeteyên DAIŞê ku piraniya xwe Iraqî û biyanîbûn wergirtibû.