Ji KCD-E ji bo parastina Rojava banga axakirina tora berxwedana gerdûnî
Kongereya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Avrupayê KCDK-E diyar kir ku ew ê li dijî êrîşen Rojava kolanan neterikînin û banga li tevahiya gelê kurd kir toreke berxwedanê ya gerdûnî ava bikin.

KCDK-Eyê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku yekane rêya serkeftinê ya li dijî Yekîtiya Ewropayê ku li hemberî êrîşan bêdeng dimîne, avakirina toreke berxwedanê ya gerdûnî ya bi gelên cîhanê re ye.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Gelê kurd ê bi rûmet, bi mîlyonan kesên ku ji bo ax, dîrok û pêşeroja xwe daketine kolanan, jinên qehreman ên ku sembola têkoşîna azadiyê ne, ciwanên ku kolanan naterikînin û serê xwe netewandin, dayikên ku li dijî zilm, tundî û komkujiyê radibin, extiyarên ku di destê wan de gopal li qadan in, zarokên ku ronahiya hêviya me ne, ji bo xwedîderketina Rojava, rûmeta me Kobanê li ber xwe didin.
Hêzên navneteweyî ji ber emelên kapîtalîst û berjewendiyan bi çeteyên hov û dewleta tirk a qirker re bûne yek û li dijî gelê kurd şer dane destpêkirin. Dewleta tirk a durû, sextekar û kujer dixwaze qirkirinê pêk bîne. Komên çete yên hov ku komkujiyan li ser gelê kurd dikin û hêzên herêmî û navneteweyî yên ku temaşeyê vê şerê dikin, bêdeng dimînin û piştgiriyê didin, ji bo tepisandina Şoreşa Rojava seferber bûne û dixwazin bigihîjin armanca xwe.
Maskeyên hêzên navneteweyî ketine. Ji bo vejandina Lozana duyemîn ketine tevgerê. DYA, Îngilîstan û Fransa ji bo desteserkirina dewlemendiyên bin serd û ser erd, bi dagirkerî û îlheqê dixwazin nexşeyê biguherînin. Ji ber vê yekê, êrîşeke mezin li dijî gelê kurd bi armanca qirkirinê dimeşe.
Gelê kurd li hemberî vê li ber xwe didin. Ji roja yekem ve bi mîlyonan kes ji çar aliyên cîhanê kolan tijî kirine. Kolan nayên terikandin, berxwedan bi dirûşmeya "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin, Rojava rûmeta me ye, em ê rûmeta xwe biparêzin" berdewam dike.
Eniya ku hêzên navneteweyî, çeteyên hov û dewleta Tirk a qirker serkêşiya wê dikin û xeta mezin a berxwedanê ku gel di asta gerdûnî de rabûne, li hemberî hev in. Xakekî ku xwîna bi deh hezaran lehengan lê hatiye rijandin. Bi mîlyonan ji çar perçeyên Kurdistanê li dora Rojava bûne yek.
Çeteyên hov ên ku porê jinên kurd dibirin û destdirêjiyê dikin, ji têkoşîna azadiya jinan ditirsin. Ew dixwazin tola têkçûna xwe ya 12 sal berê hilînin. Jinên kurd bi rûmet, wêrek in û berxwedana wan mezin e. Ew ê hesaba van êşkenceyên ne mirovî bipirsin.
Bila Colanî yê hov, DYA, Îngilîstan, Fransa û dewleta Tirk a qirker bizanin ku ev têkoşîn bûye malê bi milyonan û ew ê we bi berxwedaneke gerdûnî wan biavêjin nav çopa dîrokê. Rojnamevan, medya û amûrên şerê qirêj ên dijminê kurdan, wê propagandayên şerê qirêj ku hûn li dijî gelê me dimeşînin, wê we bike tarîtiya ku hûn layiq in.
Yekane rêya serketina têkoşîna bi rûmet a gelê Kurd a li dijî Colanî yê hov, DYA, Îngilîstan, Fransa, dewleta tirk a qirker û Yekîtiya Ewropayê ku bêdeng dimîne, avakirina toreke berxwedanê ya gerdûnî ya bi gelên cîhanê re. Em li her derê ku lê ne, derî bi derî bigerin û bang li her kesî bikin ku li dijî van çeteyên dijminê gelan, bibin yek. Em ji wan re vebêjin ku qirkirina ku îro tê xwestin li dijî gelê kurd bê kirin, ne dûr e ku sibê ji wan re jî bê kirin. Em ji hemû gelên cîhanê tevlî berxwedana li kolanan bikin û bila bi milyonan kes xeteke berxwedanê ava bikin.
Em weke KCDK-E, banga xwe dubare dikin, em kolanan naterikînin, em ê her roj, her saet, bêyî navber xeta berxwedanê li dora Rojava mezin dikin. Ji bo ku têkoşînê bigihînin asta gerdûnî, belavî hemû parzemînan dikin. Bêyî ku bibêjin şev û roj li kolanan in.
Werin em ji bo ku bi milyonan seferberî çalakiyên gerdûnî ku di 24ê çileyê de li tevahî cîhanê pêk werin bikin, hemû sazî, rêxistin, pêkhate, dost û her kesî seferberî qadan bikin, bi hev re qadan tijî bikin."


