Ji Mazlum Ebdî ji bo Herêma Kurdistanê peyama serxweşiyê

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî ji bo pêşmergeyên li Hewlêrê jiyana xwe ji dest dan peyama sersaxiyê weşand û serxweşî da rêveberiya heremê.

1 deqe xwendin
Ji Mazlum Ebdî ji bo Herêma Kurdistanê peyama serxweşiyê

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mazlum Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê êrişa moşek û dronan a li dijî Herêma Kurdistanê pêk hat û di êrişê de 6 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan û 30 pêşmerge jî ku birîndar bûn peyama sersaxiyê weşand û selametiyê ji birîndaran re xwest.

Mazlum Ebdî di peyama xwe de wiha got: “Em xemgîniyê bi gelê kurd li Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge re parve dikin, ji ber şehadeta lehengên wan. Her wiha em sersaxiyê ji Serok Mesûd Barzanî, hemû rayedarên Herêmê û malbatên şehîdan re dixwazin, bi hêviya şîfayê ji birîndaran re.