Ji Newroza Kadîfekaleyê ji Îmraliyê re silav şandin

Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê bi pêşengiya jinan, li Kadîfekaleyê Newroz pîroz kir. Dayika Rahşan Demîrel, Emîne Demîrel peyamek şand û got: “Divê em xwedî li wesiyeta Rahşan derkevin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd zêdetir bixebitin.”

1 deqe xwendin
Ji Newroza Kadîfekaleyê ji Îmraliyê re silav şandin

Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê û jinan li Kadîfekaleyê starta Newrozê dan. Pîrozbahî bi şiarê “Azadî û Demokrasî” pêk hat. Di pîrozbahiyê de pankartên “Newroza azadî û demokrasiyê” û “Jina rêxistinkirî jiyana azad hûnandine” li qadê daliqandin. Bi sedan kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Girseyê bê navber dirûşmên “Newroz pîroz be”, “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” û “Newroza te pîroz be ey Serok Apo” berz kirin. 

Dayika Rahşan Demîrel a ku bûye sembola agirê Newrozê, Emîne Demîrel peyam şand. Dayika Rahşan Demîrel Emîne Demîrel di peyama xwe de diyar kir ku gelê kurd ji bo ku careke din bi xetereya asîmilasyonê re rû bi rû nemîne, divê di mal û kolanên xwe de çand û zimanê xwe bikar bîne û yekîtiya xwe xurt bike û got: “Şehîd Rahşan, di wesiyeta ku bi dengê xwe hiştibû de wiha digot: ‘Rica min ji gelê Kurd ew e ku bibin yek. Gelê Kurd bi yekîtiyê wê bigihîje serkeftinê. Xwedê temenekî dirêj bide Birêz Ocalan ku wî rê li ber rizgariya gelê Kurd vekir.’ Divê em xwedî li wesiyeta Rahşanê derkevin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd pir bixebitin û yekîtiya xwe xurt bikin. Azadiya Birêz Ocalan wê bibe azadiya hemû zarokên me. Azadî, civaka demokratîk û aştiyeke birûmet; bi destê dayikên biqîmet û birûmet wê were hûnandin. Birêz Abdullah Ocalan dibêje: ‘Me qonaxa înkarê derbas kir û derbasî qonaxa siyasî bûn, êdî em gihîştin qonaxa aştî, azadî û demokrasiyê.’ Çi ji me tê hêvîkirin? Bi xebateke rêxistinkirî avakirina jiyaneke azad û wekhev. Meşaleya ku Zekiye û Rahşanan pêxistiye, êdî jinên berxwedêr û dayikên birûmet dewr girtine. Jin wê civakê; aştiyê, azadiyê û demokrasiyê bi felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ bihûnînin. Ez Newroza we bi hestên tije hezkirin pîroz dikim; Newroza gelê Îzmîrê pîroz be.”

 Bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ agirê Newrozê geş kirin

Piştî axaftinan agirê Newrozê hate vêxistin. Li aliyê din jinan pankarta “Jina rêxistinkirî jiyana azad hûnandine” ji sûrên Kadîfekaleyê daxistin. Jinan di vê navberê de bê navber dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu jî anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sermuzakerevanê pêvajoyê ye û ji Qedîfeqaleyê slavên xwe ji Îmraliyê re şand. 

Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê û dirûşman bi dawî bû.