Ji OHDê TAGa #YasalAdimŞimdi

OHDê ji bo hikûmet û meclisê têke nava tevgerê û zagonên demokratîkbûnê bêne sazkirin, Taga “#YasalAdimŞimdi (#NihaGavaZagonî) da destpêkirin.

1 deqe xwendin
Ji OHDê TAGa #YasalAdimŞimdi

Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), ji bo gavên hiqûqî û zagonî bên avêtin û Meclisa Tirkiyeyê zagonên entegrasyona demokratîk saz bike, TAGa #YasalAdimŞimdi (NihaGavaZagonî) da detpêkirin. 

OHDê di TAGan ku amede kir de wiha nivîsî: “Li Tirkiyeyê nêzîkatiya desthilata siyasî ya li hemberî meseleya kurd, ji zemîna hiqûqî û demokratîk dûr dikeve. Xwedî karaktera ku bêçareseriyê kûr dike ye. Tecrîda ku li ser Birêz Ocalan tê sepandin, ne tenê li ser şexsekî ye. Mudaxaleya bi rêk û pêk a li dijî mafê gelan ê aştiyê ye. Ji ber vê yekê divê hem azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan pêk bê, hem jî wekî Sermuzakerevan statuya wî bi zagonan bê parastin. Ev ji bo çareseriya aştî û demokratîkbûnê ya herêmê sînorekî krîtîk e.” 

OHDê di TAGeke din de got: “Aştiyeke civakî û wekhev tenê dikare bi vîna jinê bê avakirin. Ji bo mekanîzmaya jinê ya biryarê bi zagonan bê parastin û mîsogerkirin; “#YasalAdimŞimdi (NihaGavenZagoni.”