Ji paranoya sînoran ber bi faşîzma sînoran
Hakan Fîdan eşkere li xwe mikur hat ku li Rojava binesaziya gel, çavkaniyên enerjiyê û qadên jiyanê yên kurdan hedef digirin. Ev li gorî Peymana Cenevreyê sûcê şer e. Lê, dewleta tirk bi hinceta "parastina rewa", hiqûqa navneteweyî wekî amûreke manîpulasyonê bi kar tîne.

Di dîroka siyasî ya Rojhilata Navîn de, dewleta tirk ti carê wekî salên dawî rûyê xwe yê dewleta şerê taybet bi vî rengî eşkere nekiriye. Daxuyaniyên dawî yên Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, ne tenê daxuyaniyên dîplomatîk in; ew îlankirina stratejiyeke tunekirinê ne ku sînorên hiqûqî û exlaqî yên navneteweyî binpê dike. Ev nêzîkatî, ku kurdan li her derê wekî metirsiyeke hebûnî dibîne, nîşana krîzeke kûr a di mejiyê dewletê de ye.
Hakan Fîdan eşkere li xwe mikur hat ku li Rojava binesaziya gel, çavkaniyên enerjiyê û qadên jiyanê yên kurdan hedef digirin. Ev li gorî Peymana Cenevreyê sûcê şer e. Lê, dewleta tirk bi hinceta "parastina rewa", hiqûqa navneteweyî wekî amûreke manîpulasyonê bi kar tîne. Pirsa herî girîng ev e: Dewletek çawa dikare li welatekî cînar bibe xwedî mafê mudaxelekirinê? Bersiv ne di hiqûqê de, di bêdengiya hêzên global de veşarî ye. Di serî de DYA û hêzên navneteweyî, bi vêxistina lembeya kesk ji bo êrişên Tirkiyeyê, dibin hevparê vî sûcî. Ev cesaret, ji berhevdana berjewendiyên NATO û bazirganiya jeopolîtîk tê.
Gefên Fîdan ên li ser Şengal û Mexmûrê, rûyê herî tarî yê vê siyasetê ye. Şengal, birîna herî kûr a gelê êzidî ye ku piştî fermanê xwe birêxistin kiriye. Mexmûr jî qadeke penaberan e ku qaşo di bin çavdêriya NYê de ye. Dema ku Hakan Fîdan van deran dike hedef, bi rastî peyamekê dide hemû kurdan dibêje; "Hûn li ku bin, di bin kîjan statuyê de bin, heta ku hûn îradeya xwe ya azad biparêzin, hûn hedefa me ne." Ev ne têkoşîna weke ku ew dibêjin li dijî "terorê" ye; ev têkoşîna li dijî statuya kurdî ye. Dewleta tirk ne tenê di nav sînorê xwe de, naxwaze ku kurd li derveyî sînorên wê bibin xwedî îrade û nasnameyeke siyasî.
Tevî ku Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê ji bo aştiyeke mayinde û çareseriyeke demokratîk derî vekiriye, dewleta tirk bi zimanê çek û gefan bersivê dide. Ev êrişkarî nîşan dide ku mejiyê dewletê yê ku bi tirsa Sewrê hatiye perwerdekirin, nikare diyalogê wekî rêbazeke çareseriyê qebûl bike. Ji bo wan, her destkeftiya kurdan li Rojava an Başûr, wekî parçekirina Tirkiyeyê tê dîtin. Lewma, dema li hundir behsa pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikin, li derve bi balafirên bêmirov li dijî îradeya gelê kurd sûcan dikin. Ev durûtî, stratejiya perçiqandin û teslîmgirtinê ye.
Teza ku dewleta tirk li ser xwe ava kiriye, li ser bingeha ewlekariyê û li ser hesabê tunekirina yê din e. Lê belê, ev tez di bingeha xwe de lawaz e. Ji ber ku dijminatiya li hemberî gelê kurd, Tirkiyeyê ber bi îzolasyoneke herêmî û krîzeke aborî ya kûr ve dibe. Çavkaniyên ku divê ji bo gel û demokrasiyê werin xerckirin, ji bo butçeya şerê taybet û teknolojiya şer tê veqetandin.
Di encamê de, gefên Hakan Fîdan nîşana hêzê nîn in; nîşana asêbûnê ne. Dewleta ku nikare pirsgirêka xwe ya herî mezin bi aştiyê çareser bike, neçar dimîne ku her tim sînorên welatên cîran binpê bike û li dijminên nû bigere. Lê îradeya gelê kurd a ku li Rojava û Şengalê li hemberî DAIŞê serketin bi dest xistiye, îspat kiriye ku bi gefên li ser medyayê û êrişên teknîkî nayê teslîmgirtin. Pêşeroja Rojhilata Navîn wê ne bi fermanên mîmarên şerê taybet, lê bi îradeya gelên ku daxwaza jiyana hevpar û azad dikin, were diyarkirin.


