Ji PJAKê banga seferberiya parastina Rojava

PJAKê ji bo parastina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê banga seferberiya giştî kir.

1 deqe xwendin
Ji PJAKê banga seferberiya parastina Rojava

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên çeteyên Colanî ji bo dagirkirina hemû Rojava û hilweşandina sîstema Rêveberiya Xweser a Demokratîke.

PJAKê bang li gelê kurd ê li her çar beşê Kurdistanê, Ewropa û hemû cîhanê kir ku beşdarî seferberiya giştî bibin, ji ber ku şerê niha ne tenê li dijî Kurdane, wê ziyanê bide hemû gelên Rojhilata Navîn.