Ji PJAKê peyama ji bo Roja Zimanê Dayikê

PJAKê ragihand ku gelê Kurd bi qirkirina çandî re rû bi rû ye û got, "Parastina zimanê Kurd û nasnameya neteweyî parçeyekî girîng ji têkoşîna me ye."

1 deqe xwendin
Ji PJAKê peyama ji bo Roja Zimanê Dayikê

 

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi wesîleya 21ê sibatê Roja Zimanê Dayikê daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya PJAKê wiha ye:

"Di hemwextê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê 21ê sibatê de ji ber şerê dewletên serdest ên li çar parçeyên Kurdistanê neteweya kurd bi tunekirina çandî ya berdewam re rû bi rû ye. Di vê rewşê de, parastina ziman û nasnameya neteweyî ya kurdî beşek girîng a têkoşîna demokratîk û azadiyê ya neteweya me ye ku wê heta bidestxistina armancan dewam bike.

Axaftin û perwerdekirina bi zimanê dayikê di tevahiya jiyanê de mafekî rewa yê mirov e, heta di nebûna peymanek an qanûnek nivîskî de jî. Ji ber ku ew mafekî xwezayî û rewa ye. Mixabin, em di serdemekê wiha de ne ku ji ber astengiyên jiyana bi zimanê dayikê û parastina mafên zimanî, tenê rojek hatiye veqetandin.

Wek Partiya Jiyana Azadiya Kurdistanê (PJAK) vê rojê pîroz dikin û tekez dikin ku pêwîste li ser bingeha baweriyên xwe bi zimanê dayikê were pêşwazîkirin.

Zêdetirî sed sal in ku li dijî gelê me qirkirina çandî tê kirin. Di heman demê de, têkoşîna parastina zimanê kurdî ji bo parastina hebûna wê û pûçkirina siyaseta qirkirina çandî tê kirin. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, ku navenda wê Rojhilata Navîn û Kurdistanê ye, berdewam dike û ev dewlet hewl didin ku qonaxa dawî ya şerên xwe yên qirkirinê bimeşînin. Dewletên serdest ên li her çar beşên Kurdistanê siyasetek înkarkirinê wisa pêşxistibûn ku di sedsala bihurî de, Kurdistan bû cihê şerekî berdewam û jenosîdek berfireh.

Nexşerêya gelê me ya li dijî vê êrişa hovane, demokrasiya li dijî faşîzmê ye. Îro, Rêber Apo di çarçoveya pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de bi aqilane karekterekî siyasî û rêxistinî girtiye û bi rêya prosedûra siyasî ya ‘entegrasyona demokratîk’ ew formule kiriye. Di vê pêvajoyê de daxwaza naskirina fermî ya zimanê dayikê ji bo gelê me û hemû neteweyên din yek ji armancên sereke ne. Hêzên înkarker nikarin bi gefên şer û çavtirsandinê, her wiha bi polîtîkayên nû yên tunekirinê, neteweya kurd ji têkoşîna wan dûr bixin.

Bê guman, xeterî bi temamî bi dawî nebûne, divê têkoşîna çandî ya neteweya me bi têkoşîna siyasî re were yek kirin da ku bigihêje armancên azadîxwaziyê. Bidestxistina mafên siyasî rêbazek bingehîn e ji bo misogerkirina mafên çandî û zimanî yên neteweya kurd.

Niha hikûmetên Îran û Tirkiyeyê, wekî du sîstemên înkara çandî û zimanî, bi werçerxanek dîrokî re rû bi rû ne. Divê pêvajoyeke nû destpê bike û mafên siyasî û çandî yên kurdan bi fermî werin naskirin. Gelê me divê di dîzayna nû ya Rojhilata Navîn de li gel neteweyên din statuyek siyasî bi dest bixe.

Piştî Şoreşa sala 57an, mafên kurdan bi taybetî mafê jiyan, perwerde û bikaranîna zimanê xwe yê dayîkê hatin bêparkirin. Beşek girîng ji enerjiya neteweya me, ku divabû ji bo pêşketinên din xizmet bikira, ji bo şerê li dijî siyaseta înkarê hate bikaranîn. Gelê me bi rêya rêxistin û navendên sivîl û çandî li Rojhilatê Kurdistanê ji bo perwerde, pêşxistin û parastina zimanê kurdî têkoşîneke girîng daye. Em van çalakiyan wekî têkoşînên çandî yên hêja dibînin û rêzê li wan digirin ku di encamê de zimanê me tê parastin.

Kurdan pira siratê ya çandî derbas kirine û gihîştine qonaxa bicihkirina mafên xwe yên siyasî û çandî. Îro, hewl û têkoşîna neteweya me di rêya bicihkirina mafan di destûrên bingehîn de ye. Guman tune ku afirandina cîhanek demokratîk bêyî mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ne gengaz e. Bêparkirina kurdan ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê li ser bingeha siyaseta hilweşandinê nîşana hilweşîna mafên herêmî û navneteweyî ye.

Wek Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li hemû neteweyên bindest, bi taybetî neteweya kurd pîroz dikin û bang li neteweya xwe dikin ku hewlên xwe yên ji bo parastina zimanê kurdî zêdetir bike. Divê her mal û her der bibe dibistanek ji bo perwerde û parastina zimanê kurdî. Ev erk û berpirsyartiya me hemûyan e. Bi parastina zimanê kurdî, em dikarin mafên çandî bi pêş bixin û biparêzin. Parastina zimanê kurdî beşek ji azadiyên me ye. Bijî civakeke azad."