Ji rehên dîrokê heta îro

Xwedîderketina li zimanê dayikê, di eslê xwe de xwedîderketina li keda jinan a dîrokî û rehên mirovahiyê ye.

1 deqe xwendin
Ji rehên dîrokê heta îro

Di kûrahiya dîroka mirovahiyê de, berî ku şaristaniyên nûjen û sîstemên baviksalar ava bibin, bingeha civakê li ser keda jinan hatibû honandin. Di wan serdemên kevnar de, her çiqas rola bavan di warê biyolojîk de hebûya jî, di warê civakî û ruhî de ya ku mîmarê jiyanê bû ‘dayik’ bû. Ji ber vê yekê ye ku zimanê em pê diaxivin, ne zimanê ‘bav’ an ‘malbatê’ ye; rasterast wekî ‘zimanê dayikê’ hatiye binavkirin.

Pêvajoya naskirina ziman, berî ku zarok çavên xwe li cîhanê veke, hîn di malzarokê de dest pê dike. Zarok ewilî bi lêdana dilê diya xwe re rîtma jiyanê hîs dike û bi dengê wê re nasnameya xwe ya yekemîn ava dike. Dema ku zarok tê ser rûyê dinê, yekemîn dengê ku dibihîze, lorîka ku dibe bingeha mîtolojî û çanda wî/wê ye. Jinan di nav sedsalan de ne tenê zarok mezin kirine, lê di heman demê de mîrateya herî mezin a mirovahiyê (yanî ziman û çand) ji nifşekî derbasî nifşê din kiriye.

Em îro di sedsala 21emîn de ne. Her çiqas mercên jiyanê guherîbin, jin û mêr bi hev re di qada aborî û civakî de bixebitin jî, rastiya sereke nehatiye guhertin: Kesê ku herî pir demê bi zarok re derbas dike, bi hestên xwe re zarokê/î perwerde dike û bi keda xwe ya rûhî ziman li ser lêvên zarokê/î şîn dike, dîsa jin e.

Zimanê dayikê ne tenê amûrekî ragihandinê ye; ew bîra kolektîf a miletekî ye ku di sînga dayikê de hatiye parastin. Heta ku ev têkilî berdewam bike, wê ziman wekî çemekî herikbar nasnameya me biparêze. Ji ber vê yekê, xwedîderketina li zimanê dayikê, di eslê xwe de xwedîderketina li keda jinan a dîrokî û rehên mirovahiyê ye.

Jin wekî bîra civakê

​Di dema ku zext û polîtîkayên asîmîlasyonê li ser ziman zêde dibûn, mal bûne kelehên berxwedanê yên dawî. Jina kurd bi rêya çîrok, lorîk, kilam û metelokan, zimanê kurdî ji qada giştî ya qedexekirî girt û di nav malê de zindî hişt. Ew bûne ‘pira zindî’ ya di navbera nifşên kevin û nû de.

​Têkoşîna li dijî asîmîlasyonê

​Asîmîlasyon herî zêde dixwaze têkiliya dayik û zarokan bibire. Lê belê, jinan bi israra xwe ya di axaftina kurdî de, ev plan pûç kir. Îro di qadên akademîk, wêje û hunerê de, pêşengiya jinan di bipêşxistina gramer û ferhenga kurdî de di asteke bilind de ye.

​​Zimanê siyasî: Jinan zimanê kurdî bir qadên siyasî û dîplomasiyê, kir zimanê maf û azadiyê. ​"Heta ku jinek bi zimanê xwe neaxive, ew civak nikare azadiya xwe bi dest bixe." Zimanê me rûmeta me ye û divê rêyê de keda herî mezin a dayik û jinên berxwedêr e.