Ji rewşenbîran banga ji bo Rojava: Bikevin tevgerê û mudaxileyî êrişên li dijî Kobanê tê kirin bikin

Hunermend, hiqûqzan, rojnameger, atkîvîstên navneteweyî û Delegasyona Aştiya Di Kolektîfê De li dijî êrişên li ser Kobanê û Rojava bangek belav kirin û ji sazî û dezgehên navneteweyî hat xwestin ku tavilê mudaxileyî êrişên dagirkeriyê bê kirin.

1 deqe xwendin
Ji rewşenbîran banga ji bo Rojava: Bikevin tevgerê û mudaxileyî êrişên li dijî Kobanê tê kirin bikin

Ji 100î zêdetir hunermend, hiqûqzan, rojnameger û aktîvîstên navneteweyî û Delegasyona Aştiya Di Kolektîfê De li dijî êrişên qirkirinê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê û Kobanê bangek hevpar ku îmze kirine, belav kirin. Ev aktîvîst û Kolektîfê bang kirin e, li Kurdistanê, Tirkiyeyê û Ewropayê dimînin.

Bang ango metn bi sernavê “Polîtîkayên Tirkiyeyê û êrişên HTŞê Kobanê bêceryan û bêav hiştiye” hate belavkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dorpêç û bêavî û bêceryaniya li Kobanê bi awayekî eşkere li dijî hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye û pêdiviyên bingehîn ên jiyanê bi awayekî sîstematîk hatine binpêkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrişên HTŞê yên li dijî Rojava rûxandinek giran bi xwe re aniye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êriş û dorpêça li ser Kobanê polîtîkayek bi zanebûn e ku xelkê dikin hedef. Di daxuyaniyê de Peymanên Cenevreyê û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ku Tirkiye îmze kirin e, hatin bibîrxistin.

Di daxuyaniyê de bang li Yekîtiya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û saziyên pêwendîdar hate kirin ku demildest bikevin tevgeê û tavilê mudaxileyî hewldanên dagirkirin û êrişên li dijî Kobanê bê kirin. Di daxuyaniyêr de hate xwestin ku saziyên navborî tavilê dest bi lêkolînê bikin û bêav û bêceryan hiştina Kobanê parçeyek ji êrişên li dijî Rojava ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku heke tavilê mudaxile li vê rewşê neyê kirin dê li Rojava encamên girantir ên mafên mirovan derkevin holê.

Kesên ku bangê îmze kirin e, ev in:

“Alexia Cinkilic, Aleksandra Kalisz, Arin Diren, Avesta Dilanar, Azat Baykara, Aylin Gokmen, Bahar Kocabey, Barış Balseçer, Barış Seyitvan, Berrin Shemdin, Berbang Hilat, Bêrîtan Yaşar, Can Abi, Cebrail Oruç, Ceren Yol, Deniz Orün, Didem Kris, Dijîn Felat, Duygu Earth, Ekin Tumer, Elîşêr Çiyayî, Elizabeth Seidel, Emine Kinis, Eser Ornek, Esra Gultekin, Esra Nesipogulları, Ferda Duymaz, Ferhat Kartal, Gulistan Demirel, Gulistan Gultekin, Gulistan Yurtgul, Gulsun Demir, Halit Eke, Hatice Yaşar, Hayrullah Ercik, Helin Çelik, Heval Hêja, Hêlîn Aras, Hêlîn Karakuş, Hêvî Nimet Gatar, Hogir Ar, Humeyra Acet, Huseyin Polat, İdris Yetkin, Initiative Frieden und Hoffnung e.V., Iz Oztat, Jan Yekta, Jivan Guner, Johannes Päch, Jînda Kandemir, Kadîr Stêra, Karena Avedissian, Kewser Çeper, Lara Oluklu, Laura Peitzner, Mehmet Orhan, Mehmet Turan, Mehveş Oztürk, Meral Rakip, Mizgîn Bilmen, Mother Tongue, Murat Encü, Muhammed Jafo, Nil Çiftçi, Nûşîn Ozun, Omer Aktaş, Ozlem Evin, Ozlem Tekin, Ozlem Yılmaz, Rayel Collective, Revşen Kanat, Rojîn Kılıçaslan, Roxana Safarabadi, Salman Ibrahim, Sara Kolektif, Sedat Ozekinci, Serdar Mutlu,Umit Doğan Serhat Yucekaya, Serhed Serhedî, Serpil Odabaşı, Siya Jandar, Sarya Nurcan Kaya, Şevval Su Ketmen, Şeyda Kurt, Suleyman Atalay, Talia Melda, Teatra Sarya Baran, Vivien Tauchmann, Wedat Ercan, Yar Mohammed Faqikhedr, Yasemin Canbaz, Yıldız Tar, Yunus Arslan, Zehra Kaçar, Zeynep Baran.”