Ji Rojnameger Reyhan Hacioglû Danişîn hat taloqkirin

Danişîna rojnameger Reyhan Hacioglû ku bi sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ tê darizandin, li 2yemîn a Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat lidarxistin. Dozger mutalaya xwe eşkere kir û ji bo bersivdanê danişînê taloqî 14ê gulanê kir.

1 deqe xwendin
Ji Rojnameger Reyhan Hacioglû  Danişîn hat taloqkirin

Danişîna rojnameger Reyhan Hacioglû li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat lidarxistin. Dozger mutalaya xwe eşkere kir û xwest rojnameger Reyhan Hacioglû bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” were cezakirin.

Danişîn hat taloqkirin

Dadgehê daxwaza rakirina qedexeya derketina derve ya rojnameger Reyhan Hacioglû red kir. Herwiha dadgeh ji bo parastina mutalayê were kirin, danişînê taloqî 14ê gulanê kir.