Ji Senatoya Fransayê hişyariya Rojava: Kurdên Sûriyeyê ji qedera xwe re tê terikandin.

Di Senatoya Fransayê de , parlementerê Partiya Sosyalîst û serokê koma “Parir en commun” a Şareddariya Parîsê Rêmi Fêraud, bal kişand ser êrîşên li ser kurdên Sûriyeyê û bang i hikûmeta Firansayê kir.

1 deqe xwendin
Ji Senatoya Fransayê hişyariya Rojava: Kurdên Sûriyeyê ji qedera xwe re tê terikandin.

Féraud, êrîşên li ser taxên kurdan li Helebê di destpêka meha çile de bi bîr xist û got ku herêma xweser a Rojava ya li bakur-rojhilatê Sûriyeyê bi xetereya hilweşînekê mezin re rû bi rû ye. Û destnîşan kir ku Rojava ji ber êrîşên milîsên Îslamî yên ku bingeha artêşa Sûriyeyê ya nû pêk tînin, piştgiriya tirkiyeyê ji van hêzan re û bêdengiya DYAyê di bin gefê de ye.

Di axaftina xwe de Féraud got ku zordarî û tundiya li ser kêmneteweyan li Sûriyeyê her ku diçe zêde dibe; Dûrzî, Elewî, Êzidî, Xiristiyan û Kurd bi awayekî sîstematîk tên hedefgirtin. Feraud hişyarî da ku "divê mirov nekeve xapînên li ser rêveberiya nû ya Sûriyeyê" û got ku serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed el-Şara bi rabirdûya xwe ya girêdayî milîsên Îslamî ve tê naskirin û ev yek rûyê rastîn ê rejîma heyî nîşan dide.

Senator Féraud bal kişand ser bûyerên heyî xetereya sûcên şer û paqijkirina etnîkî digirin û got ku serbestberdana hezaran cîhadîyên berê yên di kampên El-Hol de tê girtin, metirsiya terorê dîsa mezin dike. feraud bîr xist ku êrîşên Parîs û Nîsê ji deh salan zêdetir berê qewimîn û ev yek ji bo ewlehiya Fransayê rasterast gefekê çêdike.

Féraud diyar kir ku kurdên Sûriyeyê bi hevpeymaniya navneteweyî re li dijî DAIŞê şer kirine, lê îro heman hêz ji aliyê civaka navneteweyî ve careke din ttenê ên hiştin. Di dawiya axaftina xwe de bang li hikûmetê kir û xwest ku bi awayekî zelal bê gotin ka Fransa dê piştgiriyê bide kurdên Sûriyeyê yan na; ji ber ku ev yek hem pêwîstiya nirxên gerdûnî ye û hem jî berjewendiyên Fransayê ne.