Ji Serêkaniyê bang: Em ê nehêlin Rojava bibe Xeze

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan bertek nîşanî êrişên li ser Rojava û dorpêça polîsan da û got: “Em nahêlin bajarên me bikin Xeze.”

1 deqe xwendin
Ji Serêkaniyê bang: Em ê nehêlin Rojava bibe Xeze

Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê tekildarî êrişên çeteyên DAIŞê, HTŞê ku piştgiriya xwe ji Tirkiyeyê digirin û li ser Rojava didomînin, li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê daxuyanî hat dayîn. Parlamenterên DEM Partî yên Rihayê Omer Ocalan, Dîlan Kunt Ayan, Ferît Şenyaşar, endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên pêkhateyên platformê û gelek kes tevli bûn. Beriya daxuyaniyê her derê navçeya Serêkaniyê ji aliyê polisan ve hat dorpêçkirin. Girseya li ber avahiya DEM Partiyê ya Serêkaniyê kom bû bertek nîşanî dorpeçê dan.

Girseyê demekê dirêj bi berzkirina dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” û “Bijî Serok Apo” piştgirî da berxwedana Rojava û bertek nîşanî dorpêçê dan. Girseyê pankarta ku li ser “Xwedîderketina Rojava xwedîderketina mirovahiyê ye” vêkirin.

‘Dijminatiya kurdan dikin’

Piştre li ber avahiya DEM Partiyê daxuyanî hat dayîn. Parlamenter Omer Ocalan di daxuyaniyê de axivî, bertek nîşanî dorpêça polisan da û wiha got: “Ev dijminatiya kurdan e. Li binxetê kurdan dikujin li ser xetê jî dibêjin em nahêlin hûn bi xwişk û birayên xwe re di nava piştgiriyê de bin. Em jî dibêjin bakurê Kurdistanê, rojavayê Kurdistanê ye. Birêz Abdullah Ocalan gelek caran hişyarî da. Em nahêlin bajarên me bibin wek Xezeyê. Heta dawî em ê di nava piştgiriyê de bin. Bijî berxwedana Rojava.”

Piştî daxuyaniyê girse li ber navçeyê bi berzkirina dirûşmeyan meşiya.