Ji TEV-DEMê peyama ji bo Newrozê û Cejna Remezanê
TEV-DEMê cejna Remezanê û Newrozê di serî de li gelê kurd li hemû gelan pîroz kir û diyar kir ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo aştî û aramiyê girîng e.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) îro bi boneya Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev peyam hate dayîn: "Bi boneya cejna Newrozê, cejna azadî, nûjenî û berxwedanê û her wiha cejna Remezanê, cejna dilovanî û lêborînê, Tevgera Civaka Demokratîk gelê me yê kurd li seranserê Kurdistanê û li hemû gelên heremê û cîhanê pîroz dike.”
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em bi vê boneyê diyar dikin ku ji bo bi bidestxistina aştî û aramî ya li heremê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan gaveke bingehîn e. Em daxwaza serbestberdana wî û diyarkirina statuya wî dikin da ku karibe bi hêsanî rola xwe di pêşvebirina çareseriyek dadperwer û demokratîk a pirsa kurd de bilîze.
Cejna Remezanê nirxên mirovî yên hêja yên lêborîn, hezkirin û hevgirtinê dihewîne. Em hêvî dikin ku ev cejn bibe derfetek ji bo xurtkirina giyanê biratiyê ya di navbera hemû civakan de. Ev dê bibe destpêka qonaxeke aştî û jiyana hevbeş a dûrî nakokî û dabeşbûnê.”
TEV-DEMê bang li hemû hêzên neteweyî û demokratîk kir ku hewlên xwe bikin yek û bi hev re ji bo avakirina siberojeke li ser bingeha azadî, edalet û demokrasiyê bixebitin.


