Ji TJK-E banga 8ê Adarê
TJK-E: 8ê Adarê em ê bi reng, coş û îdîaya ‘dema jinê ye’ li qadan bin. Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku li her derê vê îdîa, biryardarî û coşê mezin bikin.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyanî da.
TJK-Eyê diyar kir ku kesên dixwazin ji krîza modernîteya kapîtalîst rizgar bibin, li dijî şer baweriya xwe ya ji bo azadî, aştî û civaka demokratîk diparêzin û li ber xwe didin û destnîşan kir ku çavkaniya vê baweriyê paradîgmaya Rêber Apo ye.
TJK-Eyê ragihand ku ew 8ê Adarê weke saleke nû ya têkoşînê dizanin û got, “Ji bo têkoşînê gelek sedem û armancên me hene. Rêyeke dirêj li pêşiya me heye. Em bi biryar in ku bibin meşvan û afirênerên vê rêyê. Em ê li dijî her cure zihniyeta ku me sînordar dike, yekîtiya xwe ya neteweyî pêş bixin. Em ê bîranîna hemû hevrêyên xwe yên di têkoşîna me ya nîv sedsalî de şehîd bûne, zindî bigirin û êşa dayikan kêm bikin. Em kesên ku xwişkên me li bazarên koletiyê firotine û tehemûlê kezî û hebûna me nakin, ji xaka xwe derbixin. Em ê hesabê ji çeteyên ku ciwanên me xistine nava fûhûş û tiryakê, bipirsin.
8ê Adarê em ê bi reng, coş û îdîaya ‘dema jinê ye’ li qadan bin. Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku li her derê vê îdîa, biryardarî û coşê mezin bikin û tevlî berxwedana Rojava bibin.
‘Jin Jiyan Azadî’


