Ji Xwebûnê ber bi Azadiya Welat ve

Îro, dema ku rojnameya Xwebûn mîsyona xwe dewrî Azadiya Welat dike, em fêm dikin ku ev çem ti carî nasekine. Azadiya Welat ne tenê navek e; ew bîra me ya kolektîf e ku dewletên dagirker bi salan xwest wê tune bike.

1 deqe xwendin
Ji Xwebûnê ber bi Azadiya Welat ve

Di dîroka gelekî de, her tîpek ku bi kedê tê nivîsandin, bi xwedîderketina wî zimanî dibe kevirê bingehîn ê bîra wî gelî. Li welatekî ku lê ziman hatiye zincîrkirin û tîpên alfabeyê wekî sûcekî tên dîtin, derxistina rojnameyekê ne tenê karê ragihandinê ye; ew serhildana li dijî mirinê ye.

Bi dehan sal in, li ser axa bakurê Kurdistanê, siyaseta qirkirina spî mîna mijeke jehrî li ser serê gelê kurd digere. Dewleta tirk bi hemû amûrên xwe ji dibistanan heta girtîgehan, ji dadgehan heta kolanan xwest ku zimanê kurdî di nav rûpelên dîrokê de bifetisîne. Siyaseta asîmîlasyonê ne tenê êrişa li ser peyvan e, ew êrişa li ser bîra gelekî ye jî; xwestin ku em ji "xwe" derkevin, xwestin ku em xwe ji bîr bikin û xwebûna xwe wenda bikin. 

Dema ku berî 6 salan rojnameya Xwebûnê dest bi weşanê kir, ev asîman bi ewrekî reş û giran hatibû girtin. Zimanê me di bin qedexeyên nû de dinaliya, sazî dihatin girtin û çanda me dihat talankirin. Lê rojnameya Xwebûnê di nav vê tofanê de, 316 hefteyan mîna şitleke dara çinarê kokên xwe bera nav dilê gelê xwe da.

Di her rûpelê de, li dijî polîtîkayên ku digotin "kurdî nabe zimanê nûçe û analîzê", rojnameya Xwebûnê bi kurmancî û kirmanckî nîşan da ku ev ziman deryayeke bêbinî ye. Her nûçeyek ku hat nivîsandin, derbeke li dijî asîmîlasyonê bû. Her analîzeke wêjeyî, bersivek bû ji bo kesên ku dixwestin çanda kurdî wekî "folkloreke mirî" nîşan bidin. Xwebûnê ne tenê nûçe belav kirin, wê ruhê xwebûnê di nav her malekê de zindî kir.

Îro, dema ku rojnameya Xwebûn mîsyona xwe dewrî Azadiya Welat dike, em fêm dikin ku ev çem ti carî nasekine. Azadiya Welat ne tenê navek e; ew bîra me ya kolektîf e ku dewletên dagirker bi salan xwest wê tune bike. Ew mîrasa ku bi xwîna kedkarên wekî Apê Musa û Gurbetelli Ersoz hatî avdan, îro dîsa diherike nav jiyana me.

Ev dewrkirin, bersiva herî mezin e ji bo siyaseta asîmîlasyonê. Dewlet çi qas êrişî ziman bike, çi qas astengiyan bixe pêşiya wêjeya kurdî, gelê kurd jî bi heman xurtî kela pênûsa xwe diparêze. Heger hûn îro dibînin ku rojnameyek tê girtin û yeke din di şûna wê de şîn dibe, bizanibin ku ew tovên azadiyê ne; bi kuştin, bi girtin û bi qedexekirinê naqedin.

Her kesê ku îro vê rojnameyê digire destê xwe, bila bizanibe ku ev kaxiz ne tenê murekeb e; di nav de hêsirên dayikan hene ku li ber deriyê girtîgehan bi kurdî stran gotine; di nav de xewnên ciwanan hene ku li zanîngehan ji ber zimanê xwe hatine dûrxistin. Ev rojname, qêrîna li dijî wan kesan e ku dibêjin "kurdî tune ye". Ev rojname ji bo siberoja zarokên kurd ên di pencên qirkirina çandî, civakî û siyasî de hêviya xwebûnê ye. Gelê kurd bi pêşengên xwe hêviya xwe ya ji bo jiyana azad bi xwedîderketina zimanê xwe mezintir dike. 

Em wekî xwendevan, dema ku em her tîpeke Azadiya Welat dixwînin, em tîrekê li asîmîlasyona sed salî didin. Em bi xwendina xwe, bi nivîsandina xwe û bi parastina çanda xwe, wan dîwaran dirûxînin ku li dora me hatine hûnandin. Em wekî zarokên vî zimanî, dibin şahidê vê kêliya dîrokî. Em dizanin ku heta tîpên me hebin, heta pênûsa me li ser kaxiz bigere, em ê hebin. Çandek ku xwedî li tîpên xwe derkeve, ti carî wenda nabe.

Her kesê ku îro ev nivîsa Xwebûnê xwendibe, bila parekê ji xwe tê de bibîne. Ger te carekê tenê Xwebûn girtibe destê xwe û bêhna kaxizê kişandibe hundirê xwe, tu jî şahidê vê dîrokê yî. Ger te bi serbilindî li nûçeyeke bi zimanê xwe nihêrîbe, tu jî beşek ji vê rêwîtiya 6 salî yî.

 

Em xatirê xwe ji navê Xwebûnê naxwazin, em bi vî navî re "dibin xwe" û ber bi "Azadiya Welat" ve gavan diavêjin. Edîtoryaya rojnameyê bi vê mizgîniyê, barê giran ê dîrokê careke din dide ser milê xwendevanan. Ji ber ku rojnameyek tenê bi kedkarên xwe najî, bi xwedîderketina gelê xwe dijî, mezin dibe û dibe malê dîrokê. 

Pênûs neket, rûpel neqediyan. Tenê rengê murekebê hinekî din tarîtir û kûrtir bû. Xwebûn bû kok, Azadiya Welat dibe gava serkeftinê. Rêwîtiya Xwebûnê, niha bi rûmeteke mezin ber bi asoyên "Azadiya Welat" ve diçe. Bi vê meşa dîrokî wê asîmîlasyon di tariya xwe de bifetise, wê ziman, çand û wêjeya me di rûpelên vê rojnameyê de her tim mîna taveke geş bibiriqin. 

Ev ne dawiya çîrokekê, destpêka fînaleke biheybet e! Wekî mîrategirên vê çandê, erka herî mezin dikeve ser milê xwendevanan. Ji ber ku rojnameyek ne tenê bi nivîskarên xwe, lê herî zêde bi xwendevanên xwe azad dibe.

Divê em bizanibin ku heta ku welat azad bibe, wê ev pênûs li ser rûpelên spî, tarîtiya reş parçe bike. Ji ber ku her tîp, welatek e û her welat, bi zimanê xwe azad e.

Nûçeyên Eleqedar