‘Jin di encama polîtikayên bêcezahiştinê de tên kuştin’

Saziyên hiqûqê yên Enqereyê diyar kirin ku di bingeha kuştina jinan de polîtikayên desthilatê yên bêcezahiştinê hene û xwestin peymana Stenbolê careke din bê sepandin.

1 deqe xwendin
‘Jin di encama polîtikayên bêcezahiştinê de tên kuştin’

Komîsyona Jinan a Şaxa Enqereyê ya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komîsyona Jinan û Wekheviya Civakî ya Şaxa Enqereyê ya Komeleya Hiqûqnasên Hemdemî (ÇHD), Hiqûqnasên Jin ên Civakî, Hiqûqnasên Ji bo Edaletê û Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê derbarê kuştina 6 jinan ji aliyê zilaman ve û polîtikayên bêcezahiştinê li ber Edliyeya Enqereyê daxuyanî dan. Jinan li ber Edliyeyê dirûşmeyên, “Em natirsin, serî natewînin û bêdeng namînin” berz kirin.

Metna hevpar a daxuyaniyê hevseroka OHDê ya Şaxa Enqereyê Sîpan Cîzrelî xwend. Sîpan Cîzrelî bi lêv kir ku kuştina 6 jinan rewşa qirkirina zayendî li Tirkiyeyê hatiyê çi aste nîşan dide û wiha got: “Polîtikayên bêcezahiştinê û vêkişîna ji peymana Stenbolê ku jinan diparêze rê li ber kuştina jinan vêdike. Dema jin li dijî tundiyê serî li qarakol û saziyên dewletê didin û gilî dikin, nikarin encameke bi dest bixin û giliya wan di çerçoveya, ‘Nîqaşên di nava malbatê de’ tên destgirtin û ji bo parastina jinan tu hewldan pêk neyên. Qanûnên heyî û tedbîrnegirtina serdozgeriyan dibe sedema kuştina jinan. Herwiha li şûna ku desthilat polîtikayên parastina jinan pêş bixin, destkêftiyên jin û LGBTÎ+an hedef digirin. Desthilat sala derbasbûyî weke sala malbatê ragihand û tundiya di nava malbatê de jî reva kir. Herwiha dest ji hev berdan jî weke pêkanîneke xirab nişan da û asteng dike. Li gor lêkolînan jî nişan didin ku jin dema dixwazin zilam berdin tên kuştin.”

‘Divê desthilat dest ji polîtikayên cihêkariyê berde’

Sîpan Cîzrelî destnîşan kir ku ji bo parastina jinan divê tedbir bên girtin û wiha pê dê çû: “Divê careke din Tirkiyeyê peymana Stenbolê îmze bike. Qanûnên ku zilam ji jinan dûr digirin divê bi awayekî rêk û pêk bê sepandin û di bin çavdêriyê de be. Berpirsên saziyên dewletê ku van qanûnan pêk naynin divê der barê wan de lêpirsîn bê destpêkirin. Divê destûr neyê dayin zilamê bêrsûc were parastin û divê desthilat dev jî polîtikayên cihêkariya zayendî berde.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû