Jin ji bo Rojava seferber dibin

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Kantona Cizîrê tevlibûna xwe serferberiya giştî bi daxuyaniyekê ragihandin.

1 deqe xwendin
Jin ji bo Rojava seferber dibin

Li ser banga serferberiya giştî ya ku Rêveberiya Xweser û HSDê ji bo parastinê herêmê ragihandine, Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên jinan a Kantona Cizîrê daxuyaniyek da. Daxuyanî li Stadyuma Şehîdên 12ê Adarê ya li bajarê Qamişloyê hat dayîn. Endama Koordînasyona Kongra Star Gulistan Gulo daxuyanî xwend.

Gulistan Gulo destnîşan kir ku ew li ser banga seferberiya giştî ya ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatiye kirin daxuyaniyê didin. Gulistan Gulo di daxuyaniyê de anî ziman ku ew jî ji bo parastina Rojava tev li seferberiyê dibin.

Gulistan Gulo di daxuyaniyê de bertek nîşanî bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êriş û komkujiyên li dijî jinan û gelê li herêmê da û ev tişt gotin: “Em jin tu carî xaka xwe bernadin. Em ê gel û destkeftiyên xwe biparêzin.” Daxuyanî bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.