Jin ji Wanê ber bi Amedê ve bi rê ketin
Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê sibê ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma “Em bihêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” meşê li dar bixe.

Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê sibê ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma “Em bihêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” meşê li dar bixe. Jinên Wanê ji bo beşdarî meşê bibin ber bi Amedê ve bi rê ket in. 40 jin li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê kom bûn û heta Parka Mûsa Anter meşiyan û li vir li wesayîtan siwar bûn. Jinan dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Li vir gulên sor li jinên ku dê tev li meşê bibin, hatin belavkirin û 40 jin bi tilîliyan hatin oxirkirin.


