Jin li Amed, Wan û Dêrsimê li qadan in

Jin bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Amed, Wan û Dêrsimê daketin qadan û pîrozbahiyên girseyî li dar dixin.

1 deqe xwendin
Jin li Amed, Wan û Dêrsimê li qadan in

Jin li Wan, Amed û Dêrsimî bi girseyî 8ê Adarê pîroz dikin. 

Amed  

Bi hezaran jin di pêşengiya Tevgera Jinen Azad (TJA) û Platforma Jinan a Dicle Amed (DAKP), li Amedê bi dirûşma "Bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihonin" daketin qadê û mîtînga 8ê Adarê li dar dixin. Mîtînga ku li Qada Îstasyonê pêk tê jin bi cil û bergên netewî tevlî mîtîngê bûn. 

Dêrsim

Jinên Dêrsimê li Qada Seyit Riza ji bo 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê mîtîngekê li dar dixin. Jinan bi cilên xwe yên kurdî û bi govendê 8ê Adarê pêşkêş kirin. Dirûşma "Jin jiyan azadî" pir caran tê berzkirin.

Wan

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Hola Dawetê ya Villa Park a li navenda Wanê şahiyek li dar xistin. Ji ber şert û mercên hewayê, li şûna mîtîngê li hundir şahî li dar xistin. Gelek jin bi cilên xwe yên kurdî  beşdarî şahiyê bûn.