Jin li Wêranşarê meşiyan
Bi pêşengtiya TJyê li navçeya Wêranşarê meş hat lidarxistin. Piştî meşê daxuyanî hat dayin û wiha hat gotin: “Em 8ê Adarê bi berxwedana xwe mezin dikin.”

Tevgera Jinên Azad (TJA), starta çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li navçeya Wêranşar a Rihayê bi meşekê da. Meş, li pêşiya Quleya Saetê ya Wêranşarê dest pê kir û heta Mala Dengbêjan domiya. Li pêşiya Mala Dengbêjan daxuyanî hat dayin. Jinan, stran got û govend gerand.
Hevşaredara Wêranşarê Bedriye Yorgun, îşaret bi girîngiya dîroka 8ê Adarê kir û got: “Weke ku tê zanîn, jin demara berxwedanê ne, avaker a nirxên civakî û kirdeya avaker a têkoşîn û jiyanê ne. Em ji vir silavên xwe ji hemû qadên têkoşînê re dişînin.”
Em ê têbikoşin
Aktivîsta TJAyê Eylem Saruca jî di daxuyaniyê de got ku ew bi 8ê Adarê re gava têkoşînê diavêjin û got: “8ê Adarê, ji bo ji Sarayan, ji Nagihanan, Denîz Poyrazan û ji bo bîranîna hemû jinên berxwedanê mezin dikin û bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Di demeke cînayetên jinan, xizanî û polîtîkayên şer ewqas kûrbûyîn de em ê li kolanan têbikoşin û her kesî vedixwînin vê têkoşînê.”
Bi domdarî Eylem Saruca destnîşan kir ku ew 8ê Adarê bi berxwedana xwe mezin dikin û gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Heta jin azad nebin, civak jî azad nabe, heta jin azad nebin aştî nabe û civakeke demokratîk ava nabe” bi bîr xist.
Wekîla DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan jî 8ê Adarê diyarî hemû jinên têkoşer û jinên berxwedêr ên di zindanan de kir. Dîlan Kunt Ayan, bi domdarî got: “Ev jinên bi sala ye di zindanan de, ji bo azadiyê li ber xwe didin. Di navbera 6ê çileyê û 30ê çileyê de xwestin kurdan qir bikin. Lê jinên kurd li ber xwe dan û dengê xwe gihand cîhanê. Li dijî kesên keziyên jinan weke xenîmet didîtin rabûn ser pêyan û got ev keziyên vehandî berxwedana me ne. Hemû dinyayê dengê wan bihîst. Silav ji jinên têkoşer ên Rojava re.”
Dîlan Kunt Ayan têkildarî pêvajoyê jî got: “Birêz Abdullah Ocalan, di 27ê Sibatê de li Îmraliyê dengê Aştî û Civaka Demokratîk bilind kir. Ya dikeve ser milê me jinan jî ew e ku li qadê aştiyê birêxistin bikin, bibin kirdeya wê û berxwedana xwe mezin bikin. Silav ji hemû jinên berxwedanê mezin dikin re.”


