Jin li Xana Axpar meşiyan: Em ê jiyaneke demokratîk ava bikin
TJAyê li navçeya Xana Axpar a Amedê meşa 8ê Adarê li dar xist. Piştî meşê daxuyanî hat dayin û wiha hat gotin: “Tenê jinên birêxistinkirî yên ku felsefeya rizgariya jinan dipejirînin dikarin azad bibin.”

Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li navçeya Xana Axparê ya Amedê meşê li dar xist. Meş, bi dirûşma “Bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk ava dikin” hat lidarxistin. Jinên ku beriya meşê li pêşiya avahiya Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) kom bûn, b, dirûşman ber bi Parka Nûjiyanê ve meşiyan. Jinên ku cil û bergên Kurdî li xwe kirin, di meşê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî", "Jin, jiyan, azadî; azad bike Rêbertî” û " Bijî berxwedana jinan" berz kir.
Piştî meşê jî daxuyanî hat dayin. Metna bi zaravayê kurmancî ji hêla aktivîsta TJAyê Arzu Kahraman û tirkiya wê jî ji hêla rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Esra Çîçek ve hat xwendin.
Metna daxuyaniyê wiha ye: “Têkoşîna jinan, li dijî zihniyeta mêr-serwer a ku bi hezar salan e berdewam dike, berxwedana muxalîf a herî kûr e. Meşaleya berxwedanê ya ku sala 1857an li New Yorkê jinên karkerên rêsanê bi daxwaza ji heman karî re heman heqdest pêxistin; îro di destê jinên ku li her parzemîn û erdnîgariya cîhanê ji bo ked, beden û nasnameya xwe radibin ser piyan de geş dibe. Ruhê 8ê Adarê; navê berxwedaneke kolektîf e ku li dijî cihêkariyê, xwarina keda jinan, bêvînkirinê, kolekirinê, veguherandina jinan wekî objeyekê, tundiya mêr û qirkirina jinan tê meşandin.
Em îro 8ê Adarê; di serdemeke wisa de pêşwazî dikin ku polîtîkayên rastgir ên tund û lîderên populîst, ji bo desthilatdariya xwe xurt bikin (nexasim li Rojhilata Navîn) bi hincetên pûç cîhanê ber bi kaosê ve dikişînin.
Çînên bindest têkoşînê didomînin
Lê rastiyek heye ku; li dijî polîtîkayên modernîteya kapîtalîst, li dijî her cure zext, îşkence, tundî û komkujiyên jinan, berxwedanên ku bi berdêlên giran tên meşandin îro bi pêşengiya jinan bilind dibin. Dîsa em dizanin ku têkoşînê herî zêde û ji kûr ve çînên bindest û mêtînger dimeşînin. Îro li seranserê cîhanê gelê kurd ê ku bi sedsalan e ziman, çand û nasnameya wî tê asîmîlekirin û tune tê hesibandin, di eniya herî pêş a vê berxwedanê de ye. Di vê meşa 40 salî de Sakîne, Leyla, Fîdan, Sêvê, Fatma û bi dehan hevalên me yên jin ên ku em nikarin navê wan li vir bihejmêrin, jiyana xwe ji dest dane. Em wan bi rêz û minet bi bîr tînin. Heger em îro dikarin van qadan tije bikin û têkoşîna mafan bidin, ev yek bi saya rêya ku wan vekiriye û kevneşopiya wê têkoşînê ye ku wan afirandiye.
Her çend îro di nav çar dîwaran de dîl hatibin girtin jî, vîna wan hêzê dide têkoşîna milyonan a li derve. Em ji vir silavên xwe ji Leyla, Fîgen, Ayşe û hemû hevalên xwe yên jin ên li zindanan re dişînin!
Têkoşîna me şoreşa zihnî ye
Têkoşîna me ya azadiya jinan; bi felsefeya Jin, jiyan, azadî ya ku ji kolan û cadeyên bajarên Tirkiye û Kurdistanê bilind dibe, wateyeke nû bi dest xistiye. Tevgera jinên kurd ne tenê têkoşîna mafgeriyê ye; di heman demê de şoreşeke zihniyetê ya kûr e ku her qada jiyanê ji nû ve ava dike. Ev vîna ku bi Jineolojiyê zanistî dibe û bi parastina cewherî xurt dibe, tora civakî ya herî mezin e ku li dijî tarîtiya Rojhilata Navîn li ber xwe dide.
Şoreşa jinan a ku li Rojava şênber bûye, ronahiya hêviyê ya sedsala 21emîn e. Ev têkoşîna ku bi salan e bi biryardarî tê meşandin, bi pêşengiya jinan veguheriye şoreşeke gelêrî. Ev berxwedan ne tenê destkeftiyeke herêmî ye, di heman demê de ji bo derdorên demokratîk, çep û sosyalîst ên navneteweyî jî çavkaniya îlhameke mezin e. Ji ber vê yekê, deynê hemû rêxistinên jinan ên cîhanê li ser gelê kurd ê ku li Rojava li ber xwe dide heye. Ev deyn; bi xwedîderketina li gelê Kobanê yê ku îro di bin dorpêçê de têkoşîna jiyanê dide û bi xurtkirina piştgiriyê dikare were dayîn. Li her kolan, her meclîs û her çeperên parastinê yên ji Kobanê heta Minbicê, jin; ne tenê azadiya xwe, rûmeta tevahiya mirovahiyê diparêzin.
Em ê jiyaneke demokratîk ava bikin
Em; li dijî polîtîkayên tecrîdê, derbeya qeyûman, koletiya navmalê, şer û talanê, biryardar in ku jiyaneke demokratîk a jin-navend ava bikin. Em ji vê yekê ewle ne: Heta jin azad nebe, civak azad nabe.
Di 8ê Adaran de armanca me ne tenê çalakîkirin e; armanca me ew e ku em van çalakiyan veguherînin destkeftiyên mayînde, bi awayekî bênavber xwe bi rêxistin bikin û avakirina civaka demokratîk û aştiya ku birêz Ocalan îşaret pê kiriye, temam bikin. Tenê jinên birêxistinkirî yên ku felsefeya rizgariya jinan dipejirînin dikarin azad bibin. Êriş çiqasî sîstematîk bin, berxwedana me jî ewqasî birêxistinkirî ye. Em ê tarîtiya faşîzm û baviksalarîyê; bi hêza piştgiriya jinan û têkoşîna şoreşgerî biqetînin! Bijî 8ê Adarê! Bijî têkoşîna yekbûyî ya jinan! Bijî Şoreşa Jinan! Jin, jiyan, azadî!”
Piştî daxuyaniyê, jinan govend gerand û çalakî bi dawî bû.


