Jinan li Keleha Wanê starta 8ê Adarê da

Jinên Serhedî yên ku li Keleha Wanê starta 8ê Adarê dan, gotin: “Em meşaleya berxwedanê ya ku ji hêla jinan ve bi bedelên jiyana xwe hatiye bilindkirin, bi aqilê hezaran salan ê jinan vediguherînin meşa azadiyê."

1 deqe xwendin
Jinan li Keleha Wanê starta 8ê Adarê da

Li Wanê jinên serhedî li quntarê Keleha Wanê bi şîara,"Em bi ruhê berxwederiyê civaka demokratîk ava dikin û azad dibin" starta 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Wanê, endamên Platforma Jinan a Wanê û Komeleya Jinan a Starê û gelek jin beşdar bûn. Jin, bi cil û bergên kurdî tev li startê bûn. Pêşiya startê, jinan govend girtin. 

Di daxuyaniyê de pankarta, “Bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk ava dikin” hat hilgirtin. Li ser navê jinan metna daxuyaniyê ji aliyê hevseroka KURDÎGEHê Arîfe Aslan ve hat xwendin. 

Arîfe Aslan, di destpêkê de bal kişand li ser dîrok û girîngeya 8ê Adarê û wiha got: “Em îro li axa kevnar a Mezopotamyayê bi şarezahiya jinan ya bi hezar salan ve vediguherînin meşa azadiyê. Dema ku em 8ê Adara 2026an pêşwazî dikin, em ne tenê ji bo rojekê derdikevin qadan, lê di heman demê de bîranînek sedsalî ya li dijî kuştina jinan, îradeyeke bê dawî ya ji bo azadiya civakî û soza jiyanek nû hembêz dikin."

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk

Arîfe Aslan, di berdewama axaftina we de îşaret bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin kir û teqez kir ku aştiyeke mayinde bi azadiya jinan pêkan e û wiha berdewam kir: “Îro, cîhan di nav lepên qeyranên binyadî yên ku ji hêla modernîteya kapîtalîst û qeyranê şerê cîhanê yê sêyemîn ve hatine afirandin de ye. Bêguman bedela herî giran a vê qeyranê ji hêla jinan ve tê dayîn û li hemberî vê ku vê tarîtiyê ji holê rake; perspektîfa dîrokî ya ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de pêşkêş kir, wekî şeveqa demokratîk a herî berbiçav li ber me radiweste. Ev îradeya çareseriyê ku li dijî pergala tecrîdê hatiye raberkirin, îspat dike ku aştî tenê bi azadiya jinan ve pêkan e. Ji ber vê yekê, azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan mifteyeke girîng e ji bo mayîndetiya aştiya civakî û avakirina pêşerojeke demokratîk."  

Arîfe Aslan, bal kişand li ser Şoreşa Rojava û got ku ew ruhê ku li Rojava derketî bû sedemê yekitiya netewa kurd û wiha pê de çû: “Ev îradeya çareseriyê, ku di 27ê Sibatê de pêk hat, îro di Şoreşa Jinan a Rojava de bûye rastiyek zindî. Rojava ne tenê cihê berxwedanê ye, di heman demê de qada azadiyê ye a ku ji aliyê jinan ve têl bi têl jiyanek nû lê tê hûnandin e. Parastina vê mîrateya şoreşgerî û avakirina xeta yekitiya neteweyî ya ku ji hêla jinan ve li her çar parçeyên Kurdistanê tê rêvebirin, sedema dîrokî ya hebûna me ye. Ev ruhê yekitiyê ku ji parçebûnê derbas dibe, keleh û destkeftiya herî mezin a gelên ku bi hişmendiya neteweyî ya demokratîk ve hatine yek kirin e. Di dilê vê xetê de em modela Jiyana azad a wekhev wek alternatîfa li hemberî pergala xwedî lê derketine re dibînin. Em bi hişmendiya jinan a ku li qeraxên Dîcle û Firatê şîn bûye; jiyanek demokratîk, jina azad û civakek azad ava dikin û mêran ji qodên serdestiyê rizgar dikin."

Banga têkoşîna hevpar

Arîfe Aslan, bang li jinan kir ku di avakirina civaka demokratik de roleke pêşeng bilîzin û axaftina xwe wiha qedand: “Ev model derba herî mezin a li dijî koletiyê ye û îfadeya herî berbiçav a îdeala me ya jiyana sosyalîst e. Wekî berhevoka van hemû pêvajoyên berxwedan û avakirinê, em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku di bin sîwana Konfederasyona Jinên Demokratîk de li dijî êrişên gerdûnî tevli têkoşîna hevpar û jiyana rizgariya jinan a demokratîk bibin.

Çalakî, bi dirûşma "Bijî berxwedana jinan" û "Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.