Jinan li Qamişloyê meşek meşaleyî li dar xistin

Jinan li Qamişloyê di çarçoveya 8ê Adarê de meşeke meşaleyî li dar xistin û banga piştevaniyê kirin.

1 deqe xwendin
Jinan li Qamişloyê meşek meşaleyî li dar xistin

Kongra Star a bajarê Qamişloyê, di çarçoveya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, meşeke meşaleyî li dar xist. Di meşê de endamên kongrayê û jinên ji bajêr amade bûn. Jin ji Çerxerêya Efrînê heta bi Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan meşiyan. Li pakrewangehê jinan deqeyek rêz girt, li wir endama Koordînasyoan Kongra Star a Rojava Jiyan Hisên diyar kir ku êrişên li dijî herêmê destkeftiyên jinan dikin armanc û wiha got: “Têkoşîna hevbeş rêya yekane ya têkbirina astengiyan e.”